Parlamentoya Iraqê pêr bi serokatiya Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî civiya. Di mijara pêr ya parlamentoya Iraqê de xala herî serekî jî hebûna leşkerên Tirk a li Iraq û biryara Parlamentoya Tirkiyê ya dirêjkirina tezkereya ji bo Iraqê hebû.


Li ser 7 xalan biryar daParlamentoya Iraqê ji bo vekişandina leşkerên Tirk li ser 7 xalan biryar da û ew biryar jî wiha ne:
“l Pêwîst e hikumeta Iraqê Balyozê Tirk ê li Bexda vexwîne û nerazîbûna li hemberî demdirêjkirina tezkereya ji bo hebûna leşkerên Tirk nîşan bide.

  • Pêwîst e hikumeta Iraqê hemû tedbîrên xwe yên dîplomasî û leşkerî ji bo parastina Iraqê pêk bîne. Her wiha carek din pêwendiyên aborî û bazirganiyê diber çavan re derbas bike.
  • Divê hikumeta Iraqê ji Neteweyên Yekbûyî (NY), Encumeniya Asayîşa Navneteweyî û Yekîtiya Ereban daxwaz bike ku bertek nîşa hebûna leşkerên Tirk li ser xaka Iraqê bide û wan derxin.
  • Pêwîst e hikumeta Iraqê hêzên Tirk ên li ser xaka Iraqê wekî hêzek dagirker bibîne û ji bo derxistina wan xebata pêwîst bike.
  • Divê Iraq hemû danûstandinên xwe yên li gel Tirkiyeyê cardin berçavan re derbas bike.
  •  Pêwîst e hikumeta Iraqê ji aliyên pêwendîdar daxwaz bike ku der barê kesên mayîna leşkerên Tirk li ser xaka Iraqê destek dikin û daxuyaniyên ji bo piştgiriya wan didin, dozê li ser wan veke.
  • Parlamentoya Iraqê daxuyaniya Erdogan ên der barê serweriya Iraqê de red dike û van wekî daxuyaniyên parçebûna pêkhateyên Iraqê dibîne.”

Tirkiye: Em li ser daxwaza Barzanî çûne Iraqê
Cigirê Serokwezîrê TIrkiyê Numan Kurtulmuş têkildarî biryarên Parlamentoya Iraqê daxuyanî da, got; “Em li ser daxwaza Mesûd Barzanî ji bo perwerdekirina hêzên Iraqê hatine Başîka.” Kurtulmuş got ku hêzên Tirkiyê bi armanca car din ji bo Iraqê aramî çêbibe çûye û dîsan ji bo perwerdekirina hêzên Iraqê ye.

BEXDA