Pisporên Meclîsa Federal a Elmanyayê, li ser daxwaza Partiya Çep hebûna artêşa Tirk li Sûriyê nirxand. Di raporê de ku Daîreya Xizmetên Zanistî ya Meclîsa Federal amede kir, hat diyarkirin ku hebûna artêşa Tirk li Sûriyê dagirkerî ye: “Hebûna artêşa Tirk li Efrîn, Cerablus, El- Bab û Ezazê li gorî hiqûqa navneteweyî dagirkerî ye.”
BERLÎN