Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê piştrast kir, ku dema Kurd û mûxalîfên Tirk dikevin nava Tirkiyeyê yan jî jê derdikevin, gelek astengî derdikevin pêşiya wan. Berdevkê wezaretê ji medya Elman re axivî û got, "Li gorî agahiyên gihîştine ber destê me, hin bûyerên bi vî rengî hene" û îdîa kir, ku çareseriye ji van pêkanînên kêfî re nîne.
Di çarçoveya pêkanînên kêfî yên hikumeta AKP'ê de, tê zanîn ku gelek Kurd û mûxalîfên Tirk li ser sînorê Tirkiyeyê tên astengkirin. Li gorî agahiyên ji aliyê medya Elman ve hatin weşandin, di nava mirovên li balafirgehan hatine desteserkirin û dersînorkirin, gelek Kurd hene. Her wiha, gelek kesên ku di heman demê de welatiyên Elman e, tên astengkirin ku ji Tirkiyeyê derkevin.
Hîndekarê Zanîngeha Bîelefeldê civaknas Sharo Garîp ji par û vir ve nikare ji Tirkiyeyê derkeve. Derketina Garîp ji Tirkiyeyê, ji ber ku mohra xwe daniye binê belavoka Akademîsyenên ji bo Aştiyê, hatiye astengkirin.
ANF/BERLÎN