Rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê û Parlemanterê Iraqê derbarê têkiliyên PDK'ê û Tirkiyeyê de ji ANF’ê û RojNewsê re axivîn.
Ji rewşenbîran Hawre Sîrwan têkiliyên PDK û Mesût Barzanî bi dewleta Tirk re rexne kirin û got "Dixwazim vê ji PDK'ê re bibêjim. Kalkê Mesûd Barzanî ji aliyê Tirkan ve hat darvekirin. Gelo Mesûd Barzanî bi çi rengî dikare dewleta Tirk weke dostê gelê me bibîne. Naxwazim bi zimanekî giran binirxînim, lê belê tiştê ku Mesûd Barzanî dike, şaş e. Li şûna ku PKK, YNK û Tevgera Goran hedef bigire, bila dewleta Tirk hedef bigire. Eger bi vî rengî tevbigere, wê hingî gelê Kurd bi ser bikeve."
Derdê PDK'ê petrol e
Nebes Goran jî got PDK li hemberî gelê Bakûrê Kurdistanê li gel dewleta Tirk cîh digire. Goran bang li siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê kir da ku li hemberê êrîşên dewleta Tirk li ser gelê Başûrê Kurdistanê kampanya, meş û mîtîngan li dar bixin û destekê bidin Bakûrê Kurdistanê. Goran polîtîkayên PDK'ê yên bi dewleta Tirk re rexne kirin û got “PDK taybet bi dewleta Tirk re di ser bazirganiya petrolê re xwedî hevkariyeke mezin a aborî ye. Lewma berjewendiyên wan yek in. Stratejiyên wan weke hev in.”
Nebes Goran diyar kir ku Recep Tayyip Erdogan, ji bo tesfiyekirina PKK'ê û şikandina berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê, bi PDK'ê re têkiliyeke xurt datîne û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk PDK'ê bi kar tîne û bi bikaranîna PDK'ê re dixwaze di ser Mûsilê re derbasî Kerkûkê bibe.”
Nebes Goran diyar kir ku PDK jî ji bo desthilatdariya xwe ya li Başûrê Kurdistanê qewîn bike, pişta xwe dide dewleta Tirk û wiha peyivî: “Lewma ne xema PDK'ê ye ka çi li hemberî PKK'ê tê kirin yan jî çi bi gelê Bakurê Kurdistanê tê kirin. Ji ber vê yekê, nepêkan e ku Kurd bi PDK'ê re têkoşîna ji bo azadiyê bimeşînin."
Li ser Ocalan tecrîda şidandî
Şêx Nasir Hafed jî pirsgirêkên li Bakurê Kurdisatnê weke pirsgirêkên tevahiya Kurd û Kurdistanê pênase kir û got, "Êrîş li hemberî hebûna Kurdan tên kirin. Kurdan berê bi tenê li çiyê şer dikir û li hemberî dijmin bi tenê li çiyê li ber xwe dida. Lê belê êdî vî şerî li bajaran dimeşîne. Ya ku li Bakurê Kurdistanê diqewime, ev e."
Hafed ragihand ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên tên kirin, parçeyên heman konseptê ne û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: "Bikaranîna ala Kurdistanê di serdana Barzanî ya li Enqereyê de, xapandinek e. Bala xwe bidinê; li hemberî Rêberê Gelê Kurd tecrîdeke şidandî heye. Dûre li her cihî êrîşan li dijî gelê Kurd didin destpêkirin. Bêguman ev bi hev ve girêdayî ne. Eger em bi vî rengî li rewşê temaşe nekin, em ê şaşîtiyan bikin."
‘PDK berpirsiyar e’
Parlamenterê Komeleya Îslamî li Parlamentoya Iraqê Zana Rûstayî jî hatina leşkerên Tirk a ser axa Herêma Kurdistan û Iraqê rexne kir û got: “Nûnerên Hizba Îslamî bi giştî li dijî vê hatina leşkerên dewleta Tirk in.”
Zana Rûstayî têkildarî mijarê, ji RojNews re axivî û ji Hikûmeta Iraqê daxwaz kir ku leşkerên Tirk ji Iraqê û Herêma Kurdistanê derxe û wiha pê de çû: “Hebûna leşkerên Tirk li ser axa Herêma Kurdistanê, binpêkirina sînor û serweriya Iraqê ye jî.”
Rûsteyî da xuyakirin ku PDK yekem berpirs e ji derxistina leşkerên Tirk ji ser axa Herêma Kurdistanê û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Hemû hizib û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji derxistina leşkerên Tirk ser axa Herêma Kurdistanê berpirs in. Her wiha nabe ku bi ti şêweyekî ji bo mayîna leşkerên dewleta Tirk ser axa herêmê destûr bê dayîn.”
NAVENDA NÛÇEYAN