Li Tesîsa Şah Suleyman ku 7 kîlometre dûrî navçeya Akçakaleyê ye û paneberên ji Suriyê hatine lê dimînin, pêr şewat derketibû û di encamê de zaroka 7 salî ya bi navê Sudra El Hammut jiyana xwe ji dest dabû, 2 xwîşkên wê jî birîndar bibûn. Piştî vê şewatê penaberan ji ber ku rayedar tedbîran nagirin çalakî lidar xistin, lê polîsan mudaxele kirin. Penaberan jî nerazîbûn nîşan dan û rayedarên avahiya îdareyê dabûn ber keviran.
Piştî demekê ji navenda Rihayê leşker û polîs hatin û çalakvan belav kirin. Di bûyeran de rojnamevanên ku dixwestin dîmenan bigirin hatin astengkirin û lêdan, 3 çadir hatin şewitandin û gelek kes jî birîndar bûn.
600 kes dersînor kirin
Piştî bûyeran lêkolîn hatibû destpêkirin.Di encama lêkolînê de polîs û leşkeran îdîa kir ku wan 600 kesên tevlî çalakiyan bûne tespît kirine û heman kes yek bi yek ji çadiran derxistin. 600 kes piştre bi komên ji 20 û 30 kesan pêk tê li otobusan hatin siwarkirin û ji bo ku bêne dersînor kirin birin Deriyê Sînor ê Akçakaleyê. Rayedaran diyar kirin ku lêkolîn didome û dibe ku hejmara kesên bêne dersînorkirin zêde bibe.
Her weha polîs û leşkeran kampa penaberan dorpêç kirin û nahêlin ku penaber derkevin derve.
Li gorî daneyên Midûriyeta Afat û Rewşên Awarte (AFAD), li Rihayê nêzî 90 hezar penaber hene û heta niha piraniya wan zarok 16 kesan di encama şewatan de jiyana xwe ji dest dane.
ANHA/RIHA