
Endamê Koordînasyona Civaka Êzîdî Zekî Şengalî diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê û Rojava, nagihîjin armanca xwe û got: “Tirkiye planan dike, PDK jî pêk tîne.”
Şengalî êrîşên li dijî Şengalê ji bernameya Çira TV re nirxand û got, dewleta Tirk û PDK wê negihîjin armanca xwe û wiha dewam kir: “Ev êrîşên li dijî Şengalê hevbeşiya dewleta Tirk û PDK`ê ne. Bi van êrîşan wê negihîjin armanca xwe. Ev demeke dirêj e ku dewleta Tirk û PDK siyaseta xwe li dijî Têkoşîna Azadiyê û xwerêxistinkirina Şengalê dimeşînin. Her kes dizane ev êrîş lawazbûna dewleta Tirk û PDK`ê û ketina nav xitbeyeke mezin a van hêzan nîşan dide. Erdogan li ser fikir û ramanê Împaratoriya Osmaniyan dimeşe û berdewamiyê dide fikir û zihniyete wan. Her roj wêran kirin, bajar xirakirin, êrîşên hewayî li dijî xaka Kurdistanê dide meşandin û pêk tîne.”
Şengalî got, pêwîst e Kurd li hemberî van êrîşan yekîtiya xwe xurt bikin û got: “Li hember vê jî pêwîst e yekîtiyek me hebe. Dewleta Tirk planan dike, projeyan çêdike û PDK wan planan pêk tîne. Berê jî dixwestin Êzîdî hev bikujin. Gelek plan û civîn hatin çêkirin, lê planên wan bi ser ne ketin. Di dawî de jî çeteyên xwe yên bi navê pêşmergeyên Roj yên ku dewleta Tirk ew perwerde kirî, ji Başîkê anîn Xanesorê.”
Zekî Şengalî di dawiya axaftina xwe de bang li gel kir da ku bi lîstikan nexapin û got, “Ev demeke pirr dirêj e PDK hewl dide gelê Êzîdî bi hev bide kuştin, bila gel nekeve van xefikan.”
ROJNEWS / ŞENGAL