Rojnameya Emerîkî New York Timesê, xwe gihandiye noteke fermî (raporeke kurt a fermî) fermî ya cîgirê nûnerê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yê taybet ê Koalîsyona Navdewletî William Roebuck. Di vê rapora kurt a di nava dewletê de ew dibêje, “Tirkiye sûcên şer û qirkirina etnîk dike.”
Di vê nota fermî de Reabuck dibêje, ji bo bisînorkirina gavên serokçeteyê Tirkiyê Tayyîp Erdogan, DYE`yê hewl neda ku tedbîrên pêwîst bigire.
Dîrok wê hesab bipirse
Roebuck kiryara qirkirina etînîk ya dewleta Tirk û hevalbendên wê li dijî gelê Kurd li Sûriyê bi nav kiriye û wê rexne dike. Ew dibêje, yan sûcê şer e yan jî qirkirina etnîk e.
Rojnameyê ji nota fermî wekî din ragihandiye ku “rojekê ji rojan dema dîroka dîplomasî were nivîsandin, dê pirsên çi li vir qewimiye, çima qewimiye, çima rayedaran helwêstek nîşan nedaye, herî kêm zêdetir dewleta Tirk der barê reftarên wê de rexne nekirine, wê bên pirsîn.”
Berdevkê Wezarata Karên Derve ya DYE´yê Morgen Ortigas ev nota fermî red kir û got, “Me biryara Erdogan a ketina nav axa Sûriyê berê bi tundî rexne kiribû û derveyî rûbirûbûna leşkerî me gelek gav avêtin.”
Berdevka Karên Derve ya DYE`yê anî ziman ku der barê raporên têkildarî bikaranîna artêşa dewleta Tirk binpêkirinên li dijî sivîlan de cidî girtine. Wê got, “Lêpirsîn û pirsên li ser mijarê hêj dewam dikin.”
NEW YORK