BERHEM LETIF / ROJNEWS / SILÊMANÎ

Endamê Rêveberiya Eniya Demokratîk a Gel, Adil Osman diyar kir ku pêwîst e gelê Başûrê Kurdistanê bi yekgirtî bersiva dagirkeriya dewleta Tirk bide û got, şerê dewleta Tirk li dijî hebûna neteweya Kurd e, ne li dijî hêzekî siyasî wekî PKK’ê ye. Adil Osman xwest hikûmetên Iraqê û Herêma Kurdistanê serweriya xwe biparêzin.

Adil Osman bal kişand ser hincetên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û got, "Dewleta Tirk bi hinceta ku şerê PKK’ê bike, hêza xwe aniye li ser xaka Başûrê Kurdistan bi cih kiriye. Lê di rastiyê de ev şer li dijî hemû Kurd û hêzên siyasî yên Kurdistanê ye. Ji ber ku dewleta Tirk bi sedan salan beriya PKK´ê jî şerê Kurdan kiriye."

Helwêsta gel heye

Adil Osman bal kişand ser astengiyên hikûmeta Herêma Kurdistan li hemberî çalakiyan jî û got, "Hêzên desthilatdar ên Başûrê Kurdistanl wisan li wan hatiye, heger tu li dijî dagirkeriyên Tirkiyeyê rabî, wê te bişînin hepsan. Çima, daku vê sîstema koledarî û dagirkeriyê bidin ferzkirin. Lê li hemberî vê yekê civaka me ne bê helwêst e."

Adil Osman ji bo serhildana xelkê Şêladizê ya 26’ê Çile jî got, "Dîrokî bû, lêdana hebûna dewleta Tirk bû. Lê desthilatdariya Başûrê Kurdistanê serhildana gel bi darê zorê bêdeng kir. Xelk destgîr kir."

Herî dawî Adil Osman got, erka hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê ye ku serweriya xaka xwe biparêzin.