Serokê Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê (KNS) Burhan Xeliyûn ragihand ku hin welatan ji bo çekdarkirina Artêşa Azad a Sûriyeyê soz ji wan re dane. Endameke din ê KNS’yê ragihand ku ew ê bi rêya keştiyan li ser Tirkiyeyê re çek bişînin Sûriye.
2 jê Tûnisî û yê din jî ji Lîbyayê ye. Li gorî îfadeyên her sê kesan ên di kanala dewletê ya Sûriyeyê de hatin ewşandin, bi koordînasyona komên çekdar ên El Qaîde û Artêşa Azad a Sûriyeyê di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bûne.
Ji kesên hatine girtin Fahd Fureytes ê ji Lîblyayê, di sala 1991 li bajarê Binxaz yê Lîbyayê hatiye dinê û beşdarî tugaya El Qaîlde ya bi navê Sû Selîm a ji ji aliyê Ebu Deccane ve tê rêvebirin bûye û got ku wî li dijî rejîma Qeddafî şer kiriye.
Fûreysets diyar kir kul i ser pêşniyara kesê bi navê Ebû Muhammed hatiye Sûriyeyê û bi rêya rêveberên El Qaîdeyê gihiştiye hêza çekdar a Artêşa Azad a Sûriyeyê û diyar kir ku ev kesê navborî peywendiyên di navbera El Qaîde û Artêşa Azad a Sûriyeyê de çêdike.
Kesek din ê Tûnisî bi navê Ûsame Mûxtar Hezlî jî diyar kir ku ew jî di dema şoreşa li Lîbyayê de tevlî nava tûgaya el Qaîde ya li Lîbyayê Bû Selîm bûye û pitşre jî ew hevalek xwe yê bi navê Riza, hatine Tirkiyeyê, li Antaqyayê endamên El Qaîdeyê re hevdîtin pêk aniye û ji wir jî beşdarî Artêşa Azad a Sûrî bûye.

Keştiya tijî çek
Li aliyekî din jî, di civînek a Konseya Neteweyî ya Sûriye ya li Romayê pêk hat de, Burhan Xelyun piraniya dengan wergirt û bû serokê konseyê. Hate zanîn ku gelek komên muxalîf ji konseyê cûda bûn. Xelyun binketina xwe ya li Sûriyeyê îtîfar kir û diyar kir ku ew nêzîkê Birayên Misilman e.
Xelyun diyar kir ku ew ê ji bo çekdarkirina Artêşa Azad a Sûriyeyê pêngav biavêjin û diyar kir ku hin welatan ji bo dayîna çekan soz ji wana re dane. Endameke din ê konseyê ragihand ku ew ê bi rêya Tirkiyeyê kêştiyek ji çekan tije bişînin Sûriyeyê.
Ji aliyek din ve, li gorî rojnameya Washington Post a Amerîkayî da xuyakirin ku muxalefeta çekdar a li dijî rejîma Beşar Esad niha bûye xwediyê çekên nû ku bi wan bikaribe li hemberî hêzên rejîma Sûriyeyê bêtir li ber xwe bide. 

 ŞAM