Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan kete meha 10an.
Di arêna siyaseta Tirkiyê de, şerekî taybet tê meşandin.
Di vî şerê ku AKP di hunerê desthilatdarbûnê, berdewam kirina desthilatdariyê û bikaranîna desthilatdariyê de taybetmendiyeke machiavellist nîşan dide. Bi vê siyaseta taybet jî,  pirsgirêkên bingehîn têne berteref kirin. Yan jî, bi rojevên taybet têne guhertin û didine  jibîrkirin.
Li Tirkiyê ne demokrasiyek lîberal heye û ne jî demokrasiya tevlîbûna gelemperî... Demokrasiyeke ku, di navbera AKP, CHP û parçayekî MHP’ê de, hatiye parçekirin û  bi vê parçebûnê jî hatiye  îzole kirin heye.  Taybetmendiya vê demokrasiya ucube, şermezariya demokrasî û siyaseta cîhanê ye.
Ji ber ku di vê taybetmendiyê de,  qirkirina gelê Kurd heye; îzolekirin û bereterf kirina karker û rêxistinên karkeran sendiqe hene; di vê taybetmendiyê de dagirkeriya eniyên kulturî û civakî hene; di taybetmendiya vê demokrasiyê de têkbirin û îzolekirina baweriyên cûda heye.
Doh 1’ê Gulanê bû û di kanalên telewizyonên Tirkan de, dîmenên polîsên AKPê ku wê çawa li hemberî karkeran şer bikin û bombayên gazê û ava şiddih, panzêran bikarbînin hebûn. Polîsên AKPê, wek gurên har têne perwerde kirin û “harîtî”,  “dirrîn”ê û bi xwînkirinê navdar bûne. Di êrîşên ser gelê Kurd de jî, rewşa polîsan û psîkolojiya polîsan, di serê her kesî de, dîmenekî taybet çêkiriye.
Tayyip Erodgan jî, di her kiryara kujerî ya esker û polîsan de, spasiyên xwe bi melhêbê hildidêre.
Ji xwe taybetmendiya Tirkiyê û demokrasiya Tirkiyê; teybetmendiya siyasetmedarên Tirkiyê jî ev e. Mandele kirin, derew kirin û teşqele kirin e. Ji ber ku, aliyekî  dîroka Tirkiyê, “Zubuk” û “Seît Hopseît”a Azîzî Nesîn e, aliyekî wê jî “Komediya Ilahî” ya Dantê ye.
Tayyip Erdogan, CHP bi kiryarên dema Ismet Inonu û qirkirinan, bi firotina mizgeftan gunehkar dike. Lê Tayyip Erodigan di heman axaftina xwe de, êrîşî meleyên Kurd kir û hakaret li baweriyên cûda kir.  Dema ku di demokrasiyan de, “ewê din” hate bikaranîn, hingî demokrasî xelas dibe. Heman Tayyip Erodgan, dema gundan wêran dike, vala dike, mizgeftên wî gundî jî xerab dike û vala dihêle. Dema ku 10 hezar mele dişîne Kurdistanê, ne misilmantiyê, asimilekirin û qirkirina kulturî hedef digire. Gelo cudatiya Tayyip Errdogan û Ismet Înonu, ne tenê dimîne navê wan?
Demokrasî ne tenê, “wan xerab kir, ez baş dikim” û ne tenê “pesindariya hinek qelemşorên bi alif û ulufe têne xwedî kirin e û “wek şagirt û zirtekên pêlewanan” kar dikin e. Bêguman ne tenê civînên weke Abantê ku bingeha qirkirinên nû amade dikin e jî.
Bê çawa serokwezîr Tayyip Erdogan aliyekî  şerê qirkirina Kurdan e, serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî aliyê din yê vî şerî ye. Di dmeên dawî de, her du lîder jî li dijî hev şerekî “xwedestî û antî xwezahî-sunni” dane destpêkirin. Li pişt vî şerê gotinê û hişmendiya nijadperestiya kesk û spî, şerê esasî û dijwar li dijî gelê Kurd tê meşandin.
Di arêna siyasî de, sê-çar  pêlewanên serkêş ku diçine “efra” hev hene. Rojeva siyaseta rojane jî li dora van pêlewanên derewîn digere. Bi serkêşên ku me li jor bi nav kirin re, serokê parlamento Cemil Çîçek jî heye.
Cemil Çîçek, herî dawî mijara parlamenterên girtî avêtin holê û nîqaşek da destpêkirin.
Ev nîqaş weke hêviyeke ku, di asoyên Tirkiyê de demokrasiyek heye xuya dike. Lê di bingeha xwe de guhertina rojevê ye. Bê guman em jî dixwazin ku parlamenterên girtî serbest werin berdan. Lê xapandin û guhertina rojevê dilê mirov dixelîne.
Di ser hilbijartinan re (12 Hezîrana 2011) 11 meh, 330 roj derbas bûn û yek gava erênî ne hate avêtin, yek pirsgirêk ne hatiye çareser kirin.  Di demokrasiya ku Tayyip Erdogan bi pesindarî behsa wê dike: Di aliyê azadî, wekhevî û edaleta civakî de, di tecrîda li Imralî de, di operasyonên qirkirina siyasî de, di operasyonên qirkirina eskerî de, di dadgehkirina siyasetmedarên Kurd de, ji bilî dijwarkirinê, tiştekî erênî ne hate kirin.
Bi safseteya terora germ arnarşîzmê di hiş û raman de, di jiyana rojane de  dijwar dikin. Bi felsefeya barbarî jî, faşîzma kolanan dijwar û meşrû dikin; di dîplomasiyê de jî, şerekî giştî û cîhanî berfireh kirine.
Cemil Çîçek jî, di destpêkê de zend û bendên xwe ji bo Destura Bingehîn çikandin, lê îro rojeva xwe guhertiye.
Lewma veikîrî dibêjim; bê çawa CHPe û zihniyeta şeş tîran, demokrasî ne anî Tirkiyê, AKPe û zihniyeta cemaetî j,î demokrasî nayîne Tirkiyê. Ji ber ku îradeya gel, di kesayetiyên pirr ketî û bi hişmendiya “pisporiyek siyasî”de  tê dîtin û mirovên weke Idrîs Naim Şahîn jî serkeşiya vê siyasetê dikin.  
Di dibistanên klasîk de derseke “halûharaket” hebû. Xwendekar di berdewama salê de, ji bo dersê not distandin. Vêce, li Tirkiyê di pêvajoya desthilatdariyan de serokwezîr, wezîr, siyasetmedar, ji gel not distînin. Serokwezîrê îro, hakaretê li bawerî û gelên cUda dike; wezîrên wî jî, hakaretê li gel û mirovan dikin.
Di vê çarçovê de, Tirkiyê di aliyê demokrasî û dewletek huquq de notekî xerabe, ketî û reşbînî standiye. Erodgan çiqasî bêje, ji Kurdan deng standine jî, bila xwe  ne xapîne. Wî dengê Kurdan bi zora esker, hêza desthilatdarî û derfetên dewlet û burokratên cemaetê standin. Şantaj, skandalên huquqî û siyasî jî di nav de... 
Siyastemedar ew e ku, pirsgirêkên gelan, welat bibîne û bi cesaret bînine ziman e, ji bo çareseriyê jî formul û  riyên  çareseriyê bibînê ye.
Demokrat jî ew e ku li kiryarên antî-huquqî û antî-insanî derbikevê ye. Tecrîda li dijî Ocalan, derî huquqî ye, derî insanî û derî exlaqî ye. Di şexsê Ocalan de gelê Kurd tê îzolekirin û tecrîd kirin. Lê kî li dijî vê derdikeve?
Demokrasî ewe ku, ne nifşek û nijadek, bi gelemperî her kes. Her gel, her bawerî,  bi nasnameya xwe û îradeya xwe tevlî jiyanê bibe û xwediyê wê dewletê be û dikaribe desthilatdariyan kontrol bikê ye.