Bi riya muxalefeta ku li dijî desthilatdariya Beşar Esed şer dike, dewleta tirk dikarîbû tevahiya karê dijberî rejîma Esed bigre destê xwe û li gorî berjewendiyên xwe idare bike. Bi vî awayî Tirkiye bû aktorekî sereke di kirîza li Sûriyeyê de. Tu hêzên muxalefetê nikarin karekî bêyî destûra Ahmed Davutoglu bikin. AKP ji destpêka şerê li Sûriyeyê ev hêz bi xwe ve girêdan û bi riya hevkara xwe rêxistina (Birayên Misliman) karîbû kongreyên li Antalya, Enqere û Stenbolê hatin lidarxistin û li gorî berjewendiyên xwe asoyên pêşeroja Sûriyeyê destnîşan kir.
Dewleta tirk û AKP´ê gelek zext li hêzên muxalefetê kirin da ku li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê daxuyaniyên dijminane bidin. Her weha van hêzan xwestekên kurdan mîna yên gel û nasnameyê qebûl nekirin û Sûriyeyê weke ´welatekî ereb´dan pêş. Li gorî hinek çavkaniyan hêzên muxalefetê beriya aşkerkirina her biryarekê şêwirdariya Davutoglu dixwestin. Vî kesî jî her xala derbarê kurdan de radikir, an jî xalek din li şûnê wê bi cih dikir ku kurdan inkar dike.
AKPê heta niha gelek xalên vê plana xwe ya derbarê Sûriyeye de pêkanîne:
1- Gelek hêzên eskerî yên ´Artêşa Azad a Sûriyeyê´ bi xwe ve girêdane û li gorî berjewendiyên xwe çek û alavan dide wan. Ev kom yekser bi istixbarat û MIT´ê ve girêdayî ne û operasyonên taybet pêk tînin.
2- Kurd mîna netewa duyemîn li Sûriyeyê ji aliyê hêzên muxalefeta bi Enqere ve girêdayî ne nehatin naskirin. Li dijî xwestekên kurdan AKP di nava muxalefeta Şamê de, lobiyek xurt ava kiriye.
3- Dewleta tirk bi riya çekdarên girêdayî xwe heta niha gelek operasyonên sabotekirinê li dijî nuqteyên eskerî, kargehan yên hesas lidarxist. Ev yek bi mebesta xerabkirina bingeha aborî û eskeriya Sûriyeyê hatine kirin, da ku Sûriye weke welatekî girêdayî Tirkiye bimîne û di rojên pêş de nikaribe xwe li himberî mudaxeleyek eskerî an aborî biparêze.
4- Bi taybetî li bajarê Helebê, hêzên girêdayî dewleta tirk bi sedan fabrika û kargeh xerab kirine û gelek alavên li vir revandine Tirkiye. Niha Heleb mîna bajarekî berhemdar û ´dilê aboriya Sûriyeye´ nema dikare were destnîşankirin. Bi vî awayî wê tevahiya Sûriyeyê bi 23 milyon welatiyên xwe ji bo Tirkiye û aboriya wê bibe marketek girîng.
5- AKP´ê dikarîbû Turkmenên Sûriyeyê ku kêmî 80.000´î ne mîna ´pêkanhatinek Sûriyeye´ li ser muxalefetê ferz bike. Di (Hevkariya Hêzên Muxalefeta Sûriyeyê) de bi zexta AKP´ê Turkman bi 3 postan hatin temsîlkirin. Ji bo kurdan jî tenê 3 post hatin diyarkirin. Jixwe niha Tirkiye dibêje hijmara Turkmenan li Sûriyeye nêzî 3 milyonan e!. Hewldanek heye ku hemû welatiyên bûne ereb, yên koka wan ji welayetên osmanî ne, dîsa rêxistin bikin û wan bi saziya siyasî ya ku AKP´ê ji Turkmenên Sûriyeyê re ava kiriye, girê bidin.
6- Dewleta tirk dixwaze hin eşîrên ereban li dijî kurdan rêxistin bike. Vê dawiyê li bajarê bakurê Kurdistanê Ruhayê kongreyek ji van eşîran re hate lidarxistin. Armanc jî dorpêçkirina kurdan e. Piştî serketina berxwedêrên kurd ya li Serêkaniyê, hesabên AKP´ê li nava hev ketine. Vê carê plan ew e ku şerekî navxweyî di nava ereb û kurdan de peyda bike.
7- Hewledana têkbirina (Desteya Kurd a Bilind). AKP´ê bi riya têkiliyên xwe yên bi herema başûrê Kurdistanê, dixwaze vê forma yekîtiyê têk bibe û li şûna wê hêzek bê irade ava bike ku xwestekên kurdan pûç û bê wate bike. Em dikarin serdana Ahmed Davutoglu ya ji bo Hewlerê di vê çarçoveyê de binirxînin.
Weke ku xuya dibe, dewleta tirk beşdarî şerê wêrankirina Sûriyeyê bûye. Ew vî welatî qels dike û hîmên wî yên aborî xerab dike. Ew dixwaze ku Sûriyê welatekî bê irade be û girêdayî Tirkiyeyê be. Sûriyeyek ku hevkarên/sîxûrên wê li wir desthilatdar bin dixwaze. Sûriyeyek ku qet kurdan mîna netew û nasname qebûl neke...
Divê em li xwe mukur werin û bêjin ku, heta radeyekê dewleta tirk û hikûmeta AKP´ê di pêkanîna vê plana xwe de bi serketine.