
Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik destnîşan kir ku heger di referandûmê de Tayyip Erdogan biser bikeve wê rêveberiya şer ava bike û şer mezintir bike. Bayik diyarkir ku Erdogan MHP’ê li dij Kurdan şer dike dixwaze herkesî bêdeng bike û desilatdariya xwe bidomîne û derbarê guhertina makezagonê de wiha nerînê xwe parve kirin: “Ev guhertinên destûrî tên wateya di ser tevkujiya li dij Kurdan re desilatdariya AKP-MHP’ê were mayinde kirin. Her pêşketina ku de ne demokratîk be dijminatiya Kurda ye. Ji ber ku çerçoveya nêzîkatiya me ev e em dibêjin ‘NA’. Bi ‘NA’yê dikare ev feraseta hegemonîk were asteng kirin. Her wiha dikare derfetên demokratîkbûna Tirkiyeyê û çarseriya pirsgirêka Kurd dikare biafirîne.“
Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik di hevpeyvîna ku da ANF’ê de bal kişande ser van mijaran:
Restorasyona 12’ê Îlonê ye
Rewşa Hal ê Awarte (OHAL) darbeyeke ji ya 12’ê Îlon a 1980’yî girantir e. Guhertinên makezagonê ya dibine referandûmê jî ji tê wateya restorekirina destûra bingehîn a 1982’an e. Makezagona 12’ê Îlonê tevkujî li ser Kurdan xistibû armanca. Ev guhertinên makezagonî jî tê wateya tahkîmkirina desilatdariya AKP-MHP’ê di ser tevkujiya Kurdan re. Feydeya wê ji gelê Kurd û gelê Tirk re jî nîne. Ji bo me pîvana gotina ‚Erê‘ an ‘NA’ li gor asta wê ya demokratîk e. Kurd ji her pêşketina demokratîk re wê bêjer ‘Erê’ û ji her pêşketina ne demokratîk re jî wê bêjin ‘NA’. Ji ber ku her pêşketina ne demokratîk tê wateya dijminatiya li dij Kurdan; her pêşketina demokrathik ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tê wateya pêngavekê. Ji ber ku nêzîkatiya me li ser vê bingehê ye em dibêjin ‘NA’. Bi ‘NA’yê dikare ev feraseta hegemonîk were asteng kirin. Her wiha dikare derfetên demokratîkbûna Tirkiyeyê û çarseriya pirsgirêka Kurd dikare biafirîne.“
Bi derketina ‘Erê‘ re wê bêperwa bibe
Di salvegera Peymana Lozanê de, di 24’ê Tîrmehê de şer dan destpêkirin. Di referandûmê de heger ‚Erê‘ biser bikeve wê hin bi şêwazekî bêperwa êrîş bikin. Wê Tirkiye û Kurdistan bibin qada şer. Erdogan MHP’ê li dij Kurdan şer dike dixwaze herkesî bêdeng bike û desilatdariya xwe bidomîne. Heger di 16’ê Nîsanê de ‘Erê’ biser bikeve wê li Tirkiye û Kurdistanê şer dijwartir bibe; ev şer wê sînorê Tirkiyeyê jî derbas bike. Tu feydeya vê ne ji bo Kurdan ne jî ji bo gelên Tirkiyeyê heye.
Tirkiye wê vergerê qada şer
Li dij rêveberya şer ya bi vî rengî mîna Tevgera Azadiya Kurd emê li ber xwe bidin, emê berwxedanê berfirehtir bikin. Êdî wê şer bi Kurdistanê tenê ne bisînor be. Berê li Tirkiyeyê hin çalakî pêk hatin, lê bi dema nû re wê Tirkiye jî mîna Kurdistanê bibe qada şer. Ji ber ku dixwaze hêzên demokrasiyê biçewisîne, dixwaze Kurdan biçewisîne, rêbeza çareseriyê ya bi rêyên demokratîk naxwaze. Bi demokrasiyê ne bawer e. Difikire Kurd wê sûdê ji demokrasiyê bigirin. Ji xwe Tirkiye ji ber vê yekê heta niha demokrathik nebûye. Bi tirsa ku Kurd jê fêdê bigirin gavên demokratîk navêjin.
Berxwedan wê dîrokî be
Heger di encama referandûmê de rêveberiya faşîst derkeve holê wê li dij vê yekê berxwedana me dîrokî be, di asta seferberiyê de emê şer bimeşînin. Ji xwe ew dibêjin, ‚Piştî 16’ê Nîsanê emê şer mezin bikin, belav bikin, wisa daliqîni, wisa serjêkin, wisa biqedînin‘. Ji xwe ev tê wateya bilindkirina şer.
Rêvberiya faşîst wê têk biçe
Şik û guman tuneye ku ev hedefên xeyalî ne. Ji bo tinekirina me bi dehan hikûmet hatin avakirin lê tev têk çûn. Berxwedana Kurd xwedî mîraseke sedsalî, têkoşîna 45 salî ye. Me şoreşên demokratîk, civakî, çandî pêk anîne, guherîna civakî me pêk aniye. Xwedî bingehên bihêz ên bîrdozî û siyasî ne. Ji ber vê yekê jî qêrînên wan ên dibêjin ewê me bi perçiqînin vala ne, xwe dixapînin. Hemû faşîst ji bo desilatdariya xwe bihêz bikin heman tiştan dibêjin. Desilatdariya AKP’ê jî wê negihije armancê xwe û têk biçe. Têkçûn û wendakirina desilatdariya AKP’ê wê bi sernekeftina şerê wê yê li dij Tevgera Azadiya Kurd be. Hemû merc nîşan didin ku desilatdariya AKP-MHP’ê çiqas êrîş bikin jî wê bi ser nekevin. Bi berxwedana xwe yê bi ser bikeve em in. Ji ber vê yekê jî di sala 2017’an de bi şîara, ‚Teqez emê biser bikevin‘ emê li her derê têkoşîna li dij desilatdariya AKP’ê bilind bikin.
Pêvajoya aştiyê ne gengaz e
Li Tirkiyeyê despêkirina pêvajoyeke bi navê pêvajoya aştiyê ne mimkûn e. Li cihê ku têgihiştina çareseriya pirsgirêka Kurd tune be wê çawa aştî pêk were? Polîtîkaya Tirkiyeyê ya li çar parçeyên Kurdistanê li ber çava ye. Bajar bi erdê re kirin yek, şewitandin. Êrişên li dij siyaseta demokratîk li ber çava ne. Bi hezaran mirov avêtin zîndanan. Hevşaredar, parlementer avêtin zîndanan. Desilatdariya AKP-MHP’ê êrişa ji holê rakirinê li dij Kurdan dane destpêkirin. Hedef şikandina îradeya Kurda ye, çewisandin û çokşikandin e. Piştî şikandina îradeyê aştî nabe. Navê wê dibê teslîmbûn.
Heta aştî, edalet û wekhevî pêk neyê aştî jî nabe. Heger bexwedaneke mezin pêk were û ev polîtîka vala werin derxistin wê demê pêşiya demokratîkbûnê vedibe. Aştî jî bi demokratîkbûnê pêk tê.
NAVENDA NÛÇEYAN