Ji ber ku ev gavên dewleta Tirk yekser bi armanca xistina derbê li destketiyên Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê tên avêtin jî, bi awirekî kurdewarî dema tên nirxandin bivênevê pirsa ka tesîrên vê guhertina siyasetê li Rojava wê çi be, xwe dide der. Li ser mijarê ji rayedarên berê yê Kantona Kobanê yê têkiliyên derve Îdrîs Nasan ji AraNewsê re peyivî û tawîzên Tirkiyeyê beramberî Rûsyayê û lêborîna Erdogan nirxandin. 

Îdrîs Nasan îşaret kir bi tecrîdbûna ji mêj ve a dewleta Tirk di meseleya Sûrî û Rojava de û got, "Bi vî awayî xistina balefira Rûs ev tecrîd dijwartir kir. Li aliyê din, dema Erdogan penaber li dijî hevgirên xwe yên dawî yên mayî ango Ewrûpayê bi kar anîn da ku zextê li wan bike, ew jî ji dest dan. Ji ber vê yekê ew neçar e siyaseta xwe biguhere da ku wan ji nû ve bike heval, lewma kevne-hevalên wê û dijminên wê yên nû destekê didin Kurdan." 


Tirkiye dixwaze li ser nexşeya nû cihê xwe bigire

Îdrîs Nasan îşaret bi wê yekê kir ku li Sûriyê nexşeyeke nû ya siyasî heye, ev piştrastkirî wisa ye û weha dewam kir: "Ez weha hizir dikim ku Tirkiye hewl dide lingekî xwe deyne ser nexşeya nû ya Sûriyeyê. Ne wisa be ew ê dereve derveyî vê lîstikê. Ji ber vê jî, ez bawer dikim ku Tirkiye wê hewl bide ku Rûsyayê li dijî Kurdan vegerîne, lê bi ya min ev ê neqewime, lewma têkiliyên Rûsyayê bi rejîma Esed re zêde ne. Tirkiye wê vê nexşeya nû û pê re jî federalîzmê qebûl bike."

Li ser meseleya hevdîtinên li Cenevre jî Nassan got, Tirkiye ne yekane asteng e, heke herdu hêzên sereke yên mezin ango Emerîka û Rûsya li hev bikin li ser mijarê Tirkiye nikare tevlîbûna PYD´ê ya hevdîtinên li Cenevre asteng bike. 


 NAVENDA NÛÇEYAN