Jina ciwan Îlham Dexîl a di destê DAIŞ´ê de dîl, di encama operasyoneke QSD´ê de li Dêra Zorê hat rizgarkirin, piştî ku gihişt malbata xwe, got, “Endamên çeteya DAIŞ´ê bi hev re bi Tirkî diaxivîn. Sînorên Tirkiyê ji wan re vekirî bûn û çete hemû bi rêya sînorên Tirkiyê derbasî Sûriyê dibûn.”
NÛPELDA TÊKOŞÎN / ROJNEWS / ŞENGAL
Jineke ciwan a Êzîdî ya bi navê Îlham Dexîl a 17 salî, ya ku 7’ê Tebaxa 2014’an dîl ketibû destê çeteyên DAIŞ’ê, di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate rizgarkirin. Îlham Dexîl bi alîkariya Mala Êzîdiyan a Hesekê gihîşt malbata xwe.
Jineke din a ciwan ya Êzîdî ya bi navê Îlham Dexîl ya 17 salî ya ku 7’ê Tebaxa 2014’an li Şengalê dîl ketibû destê çeteyên DAIŞ’ê, ji aliyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve hat rizgakirin. Jina ciwan a ji destê çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkrin, bi rêya Mala Êzîdiyan a Hesekê û Rêveberiya TAJÊ ya li Şengalê gihîşt malbata xwe ya li kampeke li Herêma Kurdistanê.
Zilma çeteya DAIŞ´ê
Dema çeteyên DAIŞ’ê Îlham û malbata wê direvînin, wan dibin bajarê Mûsilê. Ew hefteyekê li Mûsilê tên ragirtin. Piştî wê çete wê ji malbata wê diqetînin û dibin Reqayê. Li çeteyên DAIŞ´ê Îlhamê li bazarên koleyan difiroşin. Îlham dibêje, ji ber ku çeteyan ew wek “kafir” didît, difrotin û pê bazirganî dikirin. Îlham cara yekem ji aliyê çeteyê bi navê Ebû Osman El-Cizrawî ve tê kirîn. Piştre ew çete wê difiroşe çeteyê bi nave Ebû El-Qada El Cizrawî. Îlham dibêje, Ebû El Qada bi jineke ciwan a bi navê Fatma re zewicî bû, lê Ebû El-Qada Fatmayê difiroşe çeteyekî din. Piştî ku Ebû El-Qada Îlhamê dikire, navê wê dike Meryem û bi darê zorê Misilmantiyê li ser wê ferz dike.
Êşkencekar xwe jê re dike mêr
Îlham 3 salan bi Ebû El-Qada re zewicî dimîne. Di vê demê de Ebû El-Qada ji carekê zêdetir dizewice û rojane li Îlhamê dixe û bi qamçiyan “ceza” dike.
Îlham êşkenceya ku çete Ebû El-Qada lê kirî, wiha vedibêje: “Carekê min mal dimalişt. Ebû El-Qada gazî min kiribû, lê min dengê wî nebihîstibû. Hema hat û di destê wî de şivek hebû. Her çend min jê re sond xwar ku min dengê wî nebihîstiye, lê li min xist, heta ku şiv li ser pişta min şikand. Ez çend rojan di nava nivînan de mam.”
Li nav DAIŞ´iyên tirkîaxêv
Piştî ku pêngava rizgarkirina Reqayê dest pê kir, çete Îlhamê dibin bajarê Meyadînê. Îlham salek û nîvê li wir dimîne. Ebû El-Qada di êrişeke hewayî de tê kuştin.
Piştî kuştina Ebû El-Qada Îlham li gel hevjîna wî ya din dimîne. Vê carê jî birayê Ebû El-Qada, Basil ku ew jî çete bû, Îlhamê wek sebî dibe û gelek caran destdirêjiyê lê dike. Basil plana derketina ji bajêr dike, vê carê jî Îlhamê difiroşe çeteyekî bi navê Ebû Nede El-Şamî.
Îlham got, endamên çeteya DAIŞ´ê zimanê wê, bi hinceta ku Kurdî ye, weke yê “kafiran” bi nav kirine, lê qedexe kirine. Li ser mijarê ew wiha dipeyive: “Endamên çeteya DAIŞ´ê bi hev re bi Tirkî diaxivîn. Sînorên Tirkiyê ji wan re vekirî bûn û çete hemû bi rêya sînorên Tirkiyê derbasî Sûriyê dibûn.”
QSD ji nû ve ruh pê anî
Her ku çeteya DAIŞ´ê herêm ji destê xwe berdan, ber bi Dêra Zorê ve çû, wê Îlham jî bire Dêra Zorê. Piştî destpêkirina pêngava Bagera Cizîrê ya QSD’ê, hêzên QSD’ê Îlham û bi sedan sivîl rizgar kirin. Paşê Îlham radestî Mala Êzîdî ya Hesekê kirin. Herî dawî Îlham malavahiya şervanên QSD’ê dike û dibêje, “Wan ez ji kabûsa ku ez tê de bûm, xilas kirim.”
Kanala Rudawê jî îdîa kiribû ku Îlham Dexîl li Sûriyê ji aliyê yekîneyên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Destê DAIŞ’ê ve hatiye rizgarkirin. Lê, jina ciwan derbarê dîl ketin û rizgarkirina xwede li Rojava ji ajansa ANHA’yê re û li Şengal jî ji ajansa me re axivî û behsa serpêhatiya xwe kir.