Şêniyên Kobanê jê piştrast in ku Tirkiye ji serweriya aramî û gêşedanê aciz e û ji ber wê gefên êriş û dagirkeriyê dixwe li Rojhilat û Bakurê Sûriyê. Ew aciziya xwe ji êrişkariya Tirkiyeyê bi gotina, “Ma Xwedê tenê Tirkiye afirandiye!” îfade dikin.

Şêniyên Kobanê dibêjin, Tirkiye hewl dide senaryoya herêmên dagirkirî li herêmê dubare bike. Xelkê Kobanê wekî din didin zanîn ku penaber dixwazin vegerin, lê terora Tirkiyeyê û gefên êrişan rê li pêşiya wan digirin: “Gelo Erdogan çi ji me dixwaze? Gelo ewlehî û aramiya herêmên me li ser wî xeter e?”

Hewldanên Tirkiyê yên êrişkirina herêmê bûye rojeva axaftinên şêniyên Kantona Kobanê. Şênî siyaseta Tirkiyê red dikin û şermezar dikin. Di heman demê de teqez dikin ku ew ê rê nedin Tirkiyeyê ku bandorê li jiyana wan a asayî bike.

Tirkiye carinan gefa êrişan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca dagirkirinê dixwe. Di hewldanekê de ji bo dubarekirina senaryoya herêmên bakurê Sûriyê ji Efrînê heta Cerablusê.

Ma Xwedê tenê Tirkiye afirandiye?

Li ser vê meseleyê, welatiyê bi navê Zekeriya Hisî xwediyê dikana cilûbergan e, ew dibêje, “Gelo Erdogan çi ji me dixwaze? Gelo ewlehî û aramiya herêmên me li ser wî xeter e? Gelo çima şerê me û ewlehiya me dike û îdîa dike ku ew şerê terorê dike?”

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Mihemed Şemseddîn, ew jî xwediyê dikana alavên navmalê ye, matmayîna xwe ji îdîayên Tirkiyeyê venaşêre, û dibêje, “Ma Xwedê tenê Tirkiye afirandiye? Yan jî em ji gerstêrkeke din in ji ber ku em Kurd in?”

Mihemed aciziya xwe û matmayîna xwe di dewamê de wiha îfade dike: “Di pêşketin û avakirina şaristaniyê de ku em lê bi cih bûne, me cih girt. Me êrişî kesekî nekiriye, lê me xwe parastiye. Ev jî ji bo her gelekî mafekî rewa ye.”

Tirkiyeyê vegera penaberan asteng dike

Mihemed avakirin û geşepêdana di bin banê rêveberiyê de tevî şert û mercên şer di hemû waran de bi bîr dixe û wiha dipeyive: “Em gelek evîndarê jiyanê ne û xêrxwazê gelên din in. Hêviyên me di hemû waran de her ber bi ya herî baş ve bûn.”

Mihemed diyar dike ku hemû penaber dixwazin vegerin lê ji ber gefên Tirkiyê û terora wê ya DAIŞ‘ê rê li ber wan digire. Her wiha Mihemed destnîşan kir ku divê civaka navdewletî mudaxele bike, şêniyên herêmê ji terorê biparêzin û rê li ber Erdogan bigirin.

Hevgirtin dostê me ye

Li ser heman mijarê, Diyana Mehmûd a ji Kobanê, dibêje, “Şêniyên herêmê jiyana xwe ya asayî didomînin, ruxmî tevgera Tirkiyeyê ya dijminahî jî. Hemû gelên herêmê tê gihiştin ku ji bilî hêzên xweser û hevgirtinê ti dostên me tine ne.”

Tê zanîn ku Kobanê mîna pirraniya bajarên Bakurê Sûriyê di hemû waran de gelek bi pêş ve çûye û ewlehî lê serwer e. Ev destketî bi saya bi hezaran şehîdan, bi feraseta serkêşên wê û kedên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin.

 

 ANHA / KOBANÊ