Şîrketa lêkolînê Pew Center, bi zanîngeha Elon re bi tevlibûna hezar û 400 kesî re rapora pêşeroja înternetê amade kir. Li gorî raporê di 10 salên pêş de hikûmet bi armanca ku înternetê saz bikin rola astengkirinê dê zêdetir bilîze.

Li gorî raporê di salên pêş de êrîşên mezin yên sîber û di sûcên înternetê de pêleke nû tê payîn. Lê piraniya pisporê ku tevlî lêkolînê bûn de tehdîda herî mezin a ku dê ji aliyê şîrketên mezin û hikûmetan ve vê avakirin dibîne. Şîrketa Pew ku herikîna Facebook, Google û Mîcrosoftê di destê xwe de dihêle, diyar dike ku di bin hêmaya tehdîdên şîrketên global de ye.

Tespîtên balkêş

Di raporê de cih dan van tespîtan:
*Gelek welatên ku Tirkiye, Pakîstan û Misir têde ye, ji bo ku pêşî li protestoyan bigire naveroka înternetê asteng kirine û fîltre kirine. Yên tevli lêkolînê bûn diyar kirin ku fikara wan ev e ku welatên din jî van welatan bişopînin.
* Wek em li Tirkiyeyê jî bûn şahid hikûmet di astengkirina înternetê de roj bi roj tecrubeyan qezenc dike. Her wiha bi polîtîkayên nû re şopandin, astengkirin û sansurkirin her diçe lezgîntir dibe.
* Fikareke din jî ev e ku dê pêvajoya sansurê kurtir be. Her çiqas Kanada û Avustralya hewl bide pêşî li pornografiya zarokan bigire û wek xebatên niyeta baş bê zanîn jî, hikûmet di azadiya înternetê de pêkanînên xwe yên wek tehdîdê dê zêde bike.
* Pirsgirêkên der barê veşartibûnê de di parvekirin û xwegîhandina naveroka înterneta 2014’an de tehdîda herî mezin ava dike. Tehdîdên terorê yên sîber ku şîrketên hemû cîhanê û bikarhênerên înternetê hedef digire, zêde dibin û ji bo payîna ku di 2025’an de tê guhertin jî kêm sedem hene.
* Di bêalîbûna înternetê de îhtîmala derketina pirsgirêkan gelek bilind e. Ji bo gelek berjewendiyên siyasî înternet tê astengkirin. Mixabin berjewendiya bikarhêneran nayê parastin.
* Pirsgirêka zanîna zêde di demek nêz de dikare biguhere agahiyên kêm. Fîltrekirina agahiya û kontrolkirina wê dikare bandoreke berevajî vê biafirîne.

ENQERE