
Li gorî lêkolînên CPJ’yê di sala 2012 de hejmara rojnamevanên girtî li seranserê cîhanê gihiştiye asta rekorê. Hat diyarkirin ku piraniya van rojnamevanan bi hincetên “terorîzm” û rexneyên li hemberî dewletan, hatine girtin.
Ji berfanberê ve 232 rojnamevan li pişt şibakên hesinî yên girtîgehan in. Ev yek jî tê wê wateyê ku li gorî sala 2011, 53 rojnamevanên din ên girtî zêde bûne.
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) aşkere kir ku ew ji roja 1990’an ve dest bi girtina daneyan kiriye û ji wê demê heta niha li seranserê cîhanê hejmara rojnamevanên girtî ghiştiye asta herî jor. Li gorî daneyên CPJ’yê sala 1996’ê 185 rojnamevan hatibûn girtin û bi vî awayî gihiştibû rekorê. Di warê girtina rojnamevanan de Tirkiye Înra û Çîn serkêşiyê dikin.
Di nava lîsteye welatên ji bo rojnamevanan herî xirab de Erître, Sûriye, Vîetnam, Azerbeycan, Etiyopya, Ozbekistan û Erebîstana Siûdî hene. Li gel Tirkiye, Îran û Çînê, rêza 10’î ya vê lîsteyê temam dikin.
Li gorî CPJ’yê li seranserê cîhanê 63 rojnamevan ji ber sedemên nehatine aşkerekirin di girtîgehan de ne. Li gorî CPJ’yê li Tirkiyeyê niha 49 rojnamevan li pişt şibakên hesînî ne û bi vî awayî Tirkiye welatê ku herî zêde rojnamevan lê hatine girtine. CPJ’yê da zanîn ku rayedarên Tirk rojnamevan, nûçegihan û edîtorên Kurd bi hinceta têkiliya wan bi “terorîzmê” re heye û hin rojnamevanên muxalîf jî bi hincetên li hemberî hikûmetê di komployan de cih girtine tawanbar dike.
CPJ’ya ku li Tirkiyeyê di sala 2012'an de lêkolîneke berfireh pêk anî û diyar kir ku piştî vê lêkolînê hate zanîn ku gelek rojnamevanên din ji ber karên rojnamevaniyê hatine girtin û bi vî awayî di hejmara rojnamevanên hatine girtin de zêdebûnek mezin çêbû. CPJ’yê bal kişand ser “Qar~ura Têkoşîna li Dijî Terorîzmê” û diyar kir ku ji ber berfirehiya vê yasayê gelek rojnamevan bi hincetên derbarê komên ne qanûnî yên li Tirkiyeyê de nûçe çêkirine û li ser van miijarên lêkolîn kiriye, yekser ji aliyê raydarên dewletê ve bi “terorîzmê” re hatine têkildarkirin. CPJ bi bîr xist ku di nava rojnamevanên girtî de Gerînendeyê Weşanê yê berê yê rojnamevaya Kurdî Azadiya Welat Tayyip Temel jî heye û diyar kir ku bi hinceta têkiliya Temel bi rêxistina Kurd na neqanûnî re heye, ji bo wî heta 20 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Her wiha hate diyarkirin ku delîlên ku dewlet nîşan dide jî tomarên deng û nivîsên bi hempîşeyên bi xwe re pêk anîne pêk tê.
Îran bu duemîn!
Li gorî CPJ Tikriye li pey Îranê tê. CPJ destnîşan dike ku Îrana ku 45 rojnamegerên girtî welatê herî xerab yên duyemîn ê cîhanê ye ji hilbijartinên 2009’an û vir de dema xwe ya zextan didomîne.
Di rêza sêyemîn ya welatê herî xerab a cîhanê de ku rojnamegan digire Çînê cih girtin. Li vî welatî nivîskarên xwedî nêrîna muxalîf û kesên li ser komên kêmar nûçeyan çêdikin dibin hedefa dewletê û tên girtin. Li çînê ji 32 rojnamegerî 19 heban alozîya kêmaran ya di 2008’an de dest pêkiribûn wekê ku alozî Tîbet û Uyguran derxistiye holê nivîsandibû.
Erître ku wekê welatê herî zêde hiqûqê binpê dike tê îfade kirin, bi girtina 28 rojnamegeran di rêza çaremîn ya cîhanê de cih digire. Her wiha Suriye jî ji ber girtina 15 rojnamegeran welatê herî xerab yê cîhanê de cih digire. Welatê di rêza 5’emîn yê cîhanê Vîetnam jî 15 rojnamger girtine.
CPJ’ê da zanîn ku ji yekê qanûnê de hate niha li seranserê cihanê 118 rojnamegerên li ser Înternetê xebatê dimeşînin d idi girtîgehan de ne. girtina rojnamegerên li ser înternetê sal bi sal zêde dibe. Her wiha koma duyemîn ya rojnamegerên girtî jî yên rojnameyên rojane digirin. di seranserê cîhanê 77 kes e. Rojnamegerên din yên girtî jî yên radyo, televîzyon û biranşên di ne.
Ji bilî Dhondup Wangchen ê li Çînê girtiye, sê rojnamevnaên din ên ku Xelata Azadiya Çapemeniyê a CPJ wergirtine di girtîgehan de ne. Azimjon Askarov li Qirgizîstanê, Shi Tao in li Çînê û û Muhammed Davari jî li Îranê.
ANF/BRUKSEL