Serokwezîrê AKP´ê Binalî Yildirim bi armanca gurkirina şerê li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê, serdana Bexda û Hewlerê kir. Piştî geflêdanên Erdogan li dijî hikûmeta Bexdayê û bêhurmetiya ku Erdogan li hemberî Ebadî kir, careke din dewleta Tirk ji ya xwe hat xwar û neçarî sertewandinê bû. Yildirim tenê bi armancekê çûbû Bexda û Hewlerê, ew jî cihtengkirina li Tevgera Azadiyê û berfirehkirina şerê topyekbûn li dijî Kurdan bû. Di axaftinên zilamê Erdogan yê li paytexta Iraqê û li Başûrê Kurdistanê de diyar bû ku dewleta Tirk li tevahiya heremê têkliyên xwe hemûyan li ser bingeha şerê li dijî Kurdan û têkbirina destketiyên wan ên li Bakur, Rojava û Şingalê saz kiriye. 

Hikûmeta AKP´ê îro dixwaze hemû derdorê li dijî Kurdan bixe nava şer. Hemû hêzên derdora xwe li dijî hebûna Kurdan û desketiyên wan bi kar bîne. Di serî de AKP dixwaze federaliya Rojava têk bibe. Hemû aliyên siyaseta AKP´ê li Sûriyê li ser bingeha dijminatiya Rojava dihatin meşandin. Di serî de destekdayina DAIŞ, El-Nûsra û komên din ên çete ji ber vê bû. AKP´ê bi dijwarî destek da van hêzan û ew li dijî Kurdan xistin nava şerekî mezin. Piştî ku ev siyaset li petaxê ket, pişta xwe da van hêzan û bi neyarên wan Rûsya, Îran û Rejîma Esed re kete nava hevkariyê. AKPê serê çeteyên xwe li Helebê da ser masê û ew di nav destê Esed û hevkarên wî de bi tenê hiştin. Di encamê de Heleb ji destê wan çû. Yên mayî jî, AKP´ê ew komî ser hev kirin û ew ji bo şerê Kurdan û Rojava anîn Cerablusê, li wir dewrî nava hêza çetewar a bi navê Mertala Firatê kir.

Niha li Sûriyê, AKP bi Rûs û Îraniyan re di nava hevkarî û têkiliyan de ye. Dawî li wê ticaret û bazara ku navê “şoreşa gelê Sûriyê” lê dikir, anî. Nema dixwaze Esed ji ser textê Şamê bîne xwar. Lê hewl dide sûdê ji hebûna Esed bigire û xwe mîna dostê wî, yê ku ji bo têkbirina çeteyan û azadkirina Helebê alîkarî dayê, nîşan bide. Bi vî şêweyî, dê xwe ji bo “dostaniyeke” nû bide pêş û careke din Esed li hemberî Kurdan û Rojava wek amûrekî sabotajê bide xebitandin. Armanceke din a vê guhertina siyaseta AKP´ê heye, ew jî rêlibergirtina xweseriya Şingalê ye. AKP bi hemû hêza xwe hewl dide Şingalê mîna berê bê statû bihêle û Êzîdiyan bê parastin û hizûr dor li wan pêçayî, bibîne. Ji ber hindê, Yildrim di serdana xwe de ji Bexda û Hewlerê xwest ku ew zêdetir bi ser Êzîdiyan ve biçin û cih li wan teng bikin, da ku ew dawiyê li prosesa xwebirêxistinkirin û xwebirêvebirinê bînin. Ji ber hindê, AKP her roj behsa “derketina PKKê” dike, lê hedef Êzîdî ne. AKP dixwaze pîlana DAIŞ´ê ya li hemberî Êzîdiyan bibe serî. Hebûna wan bi carekê li Şingalê têk bibe û koka wan bibire. Ji bo vê yekê, ew PDK´ê wek amûr bi kar tîne.

Daxuyaniyên bêhurmet yên Binali Yildrîm li Hewlêrê nîşana cesareta AKP´ê û semîmiyeta wê ya di şerê giştî yê li dijî Kurdan de dide diyarkirin, her weha nîşana bêrêziya wan ya li hemberî Mesûd Berzanî jî isbat dike. AKP bi çavekî li Berzanî dinihêre, wek ku ew waliyekî Osmanî yê girêdayî Stenbolê be. Ji ber hindê, me dît bê çawa Yildrîm di hizûra Berzanî de hemû aliyên Kurd mîna “terorîst” bi nav kirin û ti qedir û qîmet neda maf û usûlê mêvandariyê. Mesûd Berzanî jî sor û mor dibû û qet axaftin li dijî bêhurmetiya vî mirovî jê çênebû. Mesûd Berzanî ev bêhurmetî li dijî gelê xwe qebûl kir û bersiva vî mirovê qatil û çete neda. Mesûd Berzanî yê ku carekê dixwest bibe serokê Kongreya Neteweyî ya Kurd, li ser xwe qebûl kir ku qatilekî mîna Yildirîm li Hewlerê di mala Kurdan de bi vî şêweyî bê edeb zimandirêjiya li dijî gelê Kurd û şehîdên doza wî ya neteweyî bike!

AKP niha siyaseta xwe li ber çava digire û bi hemû hêza xwe hewl dide Kurdan ji guhertinên li heremê bê par bihêle. Li gel hemû derbên ku dewleta Tirk li hundir û derve xwarine, AKP hewl dide Tirkiyeyê xurt nîşan bide. Lê Tirkiye ne xurt e, û ew ne mezin dibe, ew her ku diçe qels û biçûk dibe. Tirkiyê di warên eskerî û aborî de têk çûye. Ew qels bûye û li îflasê ketiye. Zirara ku AKP nikare li Kurdan bike, hewl dide wê bi destê hêzên din bigihîne wan. Ji bo pûçkirina vê siyasetê, divê asta berxwedanê bilind bibe û AKP li her deverê bête tengavkirin. Her weha divê pîlana wê ya duristkirina şerekî navxweyî yê Kurd bête pûçkirin.