Nûçegihan aktîvîstê Awusturyayî, Max Zirngast ku nivîskarê meqaleyekê ye ku di pirtûka ‘Şerê ji bo Kobanê’ de derçû, li Enqerê hate destgîrkirin. Hikûmeta Viyanayê û saziyên nûçegihaniyê xwestin ku Max Zirngast di cih de bê berdan.
Diyar bû ku Max Zirngast pêr, berê sibehê hatiye destgîrkrin. Agahiya destgîrkirinê li ser hesabê medyaya civakî ‘re: volt’ê hate ragihandin ku Zirngast lê dixebitî.
Kovarê got, li Tirkiyê hewl tê dayîn hemû dengên muxalif werin çewisandin lê di vê bi ser nakevin û bi domdarî got, Zirngast li Tirkiyeyê dijî, ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşe.
Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Awusturyayê Thomas Schnoll got, li ser rewşa Zirngast ew bi rayedarên Tirk re ketine têkiliyê. Berdevk zêde agahî nedan, rêxistina Nûçegihanên Sînornenenas (RSF) xwest ku di cih de Zîrngast bê berdan.
Nivîsandina li ser Kurdan dikin sûc
Serokê Komeleya Nûçegihanên Awusturyayî (OJC) Fred Turnheim li ser destgîrkirina Zirngast herlwesteke hişk nîşan da. Turnheim daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Êdî rehînekyekî din jî yê Erdogan heye. Em vê ji Erdogan re dibêjin; lêkolîna li ser AKP’ê û Kurdan ne sûc e, ev peywireke nûçegihaniyê ye. Hevalê me demildest divê bê berdan.”
Zirngast di nav nivîskarên pirtûka ‘Şerê ji bo Kobanê’ de ye, ku 2015’an bi Elmanî hatibû weşandin, her wiha Zirngast li ODTU’yê ji bo xebatên akademîk bike li Tirkiyeyê dijî.
ENQERE/VIYANA