Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Sûriyê Feysel Mikdad diyar kir ku Tirkiyeyê "civîneke veşartî" ji Îran'ê xwestiye. 

Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Sûriyê Faysal Mikdad diyar kir ku Tirkiyeyê ji bo nirxandina civînên Astanayê were guftugokirin, "civîneke veşartî" ji Îranê xwestiye.

Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Sûriyê Mikdad, wiha peyivî: "Dibe ku Tirkiyeyê xwestibe cihê wê diyar nebe, lewre nexwest ev civîn di çapemeniyê de cih bigire."

Mikdad anî ziman ku ev "civîna veşartî" wê di navbera 18 û 19'ê Nîsanê de were çêkirin.

Di 3 û 4'ê Gulanê de jî li paytexta Kazaxistanê Astanayê jî rêzecivînên Astanayê hene. 


 ŞAM