Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrişa 4'ê Kanûnê ya li ser sînorê Tirkiye-Îranê, li dijî komeke Îranî, daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG'ê got, eskerên Tirk êriş birine ser koma Îranî. 

Navendê bi bîr xist ku roja 4'ê Kanûnê, li ser sînorê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de, nêzî navçeya Bazîdê eskerên Tirk êrîş birine ser komeke Îranî ya ji 7 kesan.

HPG'ê da zanîn ku piştî êrişê wan dest bi lêkolîn û lêpirsîneke berfireh kiriye û destnîşan kir ku îdîaya "PKK'ê êriş kiriye" dereweke aliyê Tirk e.

HPG´ê da zanîn ku di encama êrişa navbirî de eskerekî Îranî miriye, eskerek û du mehendîs jî birîndar bûne û bal kişand ser helwêsta bi bayê bezê gunehbarkirina PKK´ê ya çapemeniya AKP´ê. 

HPG´ê da zanîn piştî van îdîayan wan lêpisînek daye destpêkirin û encamên wê wiha eşkere kirin: "Derket holê ku yekîneya me ya gerîla heman rojê li dijî eskerên TC çalakiyek kirine û eskerên TC jî ji bo bersivê bidin, êrişî koma Îranî kirine. Nûçeyên ku dibêjin 'êrîşa li dijî koma Îranî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kirin' bi temamî derew in. Eskerên TC êriş birin ser koma Îranî."


Hûrgiliyên bûyerê

HPG´ê da zanîn ku heman rojê gerîlayên wan li dijî artêşa TC a dagirker nêzî qereqola Tujik a navçeya Bazîd a Agiriyê, çalakiyek pêk anîye û derb li wesayiteke zirxî, eskerên ji wesayitê peyabûyî dane û 7 eskerên Tirk di çalakiyê de hatine kuştin. HPG´ê daxuyaniya xwe wiha dewam kir: "Di encama lêkolîn û lêpirsîna me de derket holê ku piştî vê çalakiya hêzên me, artêşa TC ji bo bersivê bide, xwest li ser sînor êrişekê bike. Saet di 16:00´an de ku mij hebû, eskerên TC li koma Îranî ya ji 7 kesan xist ku li ser sînorê Tirkiye-Îranê bû. Di encama vê êrişê de eskerekî Îranî mir, 2 endezyar û leşkerek jî birîndar bûn."

HPG´ê da zanîn ku çapemeniya Tirk, nexasim jî ya ser bi AKP´ê di cih de berpirsiyarî xistiye stûyê PKK´ê û xwest ti kes baweriya xwe bi nûçeyên aliyê Tirk neîne û di vî şerî de agahiyên rast ji wan wergire. 


ANF / BEHDÎNAN