Komîsyoneke girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY), diyar kir ku Tirkiyeyê li Efrînê hiqûqa navneteweyî binpê kiriye û çeteyên wê pêkanînên keyfî kirine.

NY’ê di rapora derbarê êrişên kîmyewî yên li Sûriyeyê  û binpêkirinên hiqûqê navneteweyî de, cih da binpêkirinên li Efrînê ku piştî dagirkirinê pêk hatine.

Di raporê de ku bi 400 kesan re hat amadekirin, êrişên dewleta Tirk a dagirkirina Efrînê ya ku 20’ê Çile pêk hatibû jî cih girt. Di raporê de tê gotin ku nexweşxaneya herî mezin a bajêr, cihê bazarê û taxên bajêr ji hêla hêzên dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine rûxandin.

Komîsyona lêpirsînê got, “Ji 20´ê Çile û pê ve hêzên dewleta Tirk ên hewayî ku êrişan pêk tînin, hiqûqa navneteweyî binpê kirine û beriya ku hin êrişan bide destpêkirin, hemû tedbîrên ku bên girtin ji holê radike û pêk nayne.”

Di raporê de nerazîbûna ji ber pêkanînên çeteyên dewleta Tirk a dagirker jî cih digirin.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN