Piştî şerê qirker ê dewleta Tirk li dijî Rojavayê Kurdistanê, siyasetvanên Elman nerazîbûnê nîşan didin. Pêr hem ji aliyê SPD û hem jî ji aliyê CDU yê hikûmetê nerazîbûn hatibûn îfadekirin. Niha jî li wezîrê karê derve yê Elman Heiko Maas ji bo êrişa dewleta Tirk got, “ne li gorî hiqûqa navneteweyî ye.” Wî di bernameya “Berlin direkt” a pêr êvarê de ji kanala dewletê ZDF´ê re ev yek got û wiha dewam kir: “Em ê ji bo tiştên ku bi ya me ne rewa û ne qanûnî ne ti pereyan nedin.” Bi vê wî îşaret bi peymana li ser penaberan dikir.
Hevseroka Partiya Keskan Annalena Baerbock jî pêr got, “Dagirkerî li dijî hiqûqa navneteweyî ye.”
heta serokê koma SPD´ê di parlamena federal de Rolf Mützenich bi xwe gotibû, ya baş ew e mirov Erdogan bibe ber dadgeha ceza ya navneteweyî. Pisporên parlamena Elman jî pêr êrişa Tirkiyeyê bê sedem û li dijî hiqûqa navneteweyî dît. Wê her wiha got, YPG bi xwe jî bi ti awayî ne tehlûke bû ji bo dewleta Tirk.
BERLÎN