Di komkujiya bi destê Tirkiyeyê yan jî çeteyên wê ya li Minbicê herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest da; di nava van de 8 sivîl, 2 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û 3 eskerên Emerîkî hene.
Doh li navenda bajarê Minbicê, di êrişeke xwekujî de gelek welatî û endamekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê şehîd bûn. Li gorî ajansa nûçeyan Reutersê disipêre çavkaniyên Emerîkî, di êrişê de 4 eskerên Emerîkî jiyana xwe ji dest daye û sisiyê din jî birîndar bûne. Li gorî şîroveyên pêşî, ev êriş ji aliyê Tirkiyeyê ve yan hatiye plankirin, yan jî dewleta Tirk kiriye ku hin hêz vê êrişê bikin, ji ber ku tesîra wê, dê li ser dîplomasî û siyaseta aktîf ya bidawîkirina arîşeya li Sûriyê hebe, nexasim jî li ser Rojavayê Kurdistanê, û Bakur, Rojhilatê Sûrî.
Gelek sivîl şehîd bûn
Di demekê de ku dewleta Tirk û çeteyên wê gefan dixwin li Minbicê, doh êrişeke xwekujî çêbû. Di êrişa xwekujî ya beramberî xwaringeheke li navenda bajêr de bi dehan welatiyên sivîl ên li derdorê şehîd bûn yan jî birîndar bûn. Li gorî ANHA´yê ragihandî, di êrişê de 9 sivîl û şervanekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê şehîd bûn. Lê belê hejmareke fermî heta saeta amadekirina nûçeya me nehatibû eşkerekirin. Tirs û guman hebû ku hejmara şehîdên sivîl û yên Meclîsa Eskerî ya Minbicê zêde bibe. ANHA´yê wekî din da zanîn ku li cihê êrişê eskerên Emerîkî jî hebûne, lê derbarê kuştî û birîndaran de hejmareke zelal îfade nekir.
3 eskerên Emerîkî
Reutersê bi nûçeyeke spartî rayedarekî Emrerîkî got, di êrişê de 4 eskerên Emerîkî jiyana xwe ji dest daye û 3 eskerên wan jî birîndar bûne. Lê rêveberê Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê Ehmed Hîto doh êvarî ev agahî sererast kir: Di nav de 3 leşkerên Emerîkayê û 2 şervan jî 13 kes şehîd bûne û 18 kes birîndar bûne, rewşa 5 birîndaran jî giran e.
Hêzên koalîsyonê di ser twitterê re got, li bajêr dewriyeyeke rûtîn hebûye. Qesra Spî jî li ser êrişê daxuyaniyek da ku wan serokê DYE´yê Donald Trump agahdar kiriye û bûyerê û rewşa Sûriyê ji nêz ve dişopînin.
Di vîdeoyeke kamerayeke ewlehiyê ya nêzîkî cihê êrişê de dema êrişê xuya dikir û dihat dîtin ku gelek welatiyên sivîl bûne qurbanê êrişê.
Çavdêrên siyasî wê hizrê dikin ku li pişt êrişê Tirkiye hebe, lewma bi vê hem dixwaze çareseriya muhtemel a arîşeya li Sûriyê dereng bixe, hem jî tesîrê li biryarên gelek aktorên cihî û navneteweyî bike, nexasim jî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê.
MINBIC