Erdogan ku di dema serdana xwe ya Misirê de bi gotina “Êdî baweriya min nema ye” têkiliyên xwe yên bi Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad re qut kiribû li hemberî vê dewletê dest bi danekirinan kir. Li gorî vê Tirkiyeyê qada xwe ya hewayî ji balafirên ji Suriyeyê re amûrên leşkerî dibin re girt. Erdogan, di civîna çapemeniyê ya piştî hevdîtina bi Obama re de jî gotibû ku dê li gel Amerîkayê danekirinên hevbeş li hemberî Sûriyeyê bikarbînin.
Erdogan der barê danekirina Sûriyeyê de ev tişt gotin: “Me li hemberî Suriyeyê dest bi danekirina kiriye. Em bi wezareta karê derva re jî li ser danekirinên nû dixebitin. Danekirinên li hemberî Sûriyeyê wê newekî yên li hemberî Suriyeyê be.”
Erdogan, têkildarî îdîayên di wargehên penaberande jî Erdogan wiha axivi: “Ev propagandaya reş e ya rejîma Sûriyeyê ye. Tu ewlehiya me li hemberî vê rejîmê nemaye. Ez dê biçim wargehên Hatayê ziyaret jî bikim. Me ne dixwest wiha be. Lê rêveberiya Sûriyeyê tu rê li ber me nehişt.”
ENQERE