Nûnerê YNK’ê li Tirkiyê Behroz Gelalî piştî ku ji Tirkiyeyê hat dersînorkirin got, ti demê peywendiya Herêma Kurdistanê li gel Tirkiyê negihaye asteke wiha ku nûnerê YNK’ê ji Tirkiyê bê dersînorkirin. Gelalî di daxuyaniya xwe ya li Silêmaniyê de her wiha  got, ew bawer nake referandûm di 25’ê Îlonê de pêk were. 
Nûnerê YNK’ê li Tirkiyê Behroz Gelalî pêr ji Tirkiyeyê hat dersînorkirin. Li ser mijarê Behroz Gelalî doh li Silêmaniyê daxuyaniyek da çapemeniyê û bal kişand ser peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê, dewleta Tirk de û mijara referandûmê de.

Behroz Gelalî got; “Ev 17 sal in nûnerê YNK’ê li Tirkiyê ye. Di vê demê de di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de gelek caran krîzên siyasî çêbûne. Belê ti demê negihane asteke wiha ku nûnerê YNK’ê ji Tirkiyê bê dersînorkirin.”

Behroz Gelalî wiha dewam kir; “Di dema bihurî de li Silêmaniyê krîza siyasî çêbû. Vê jî ti peywendî bi YNK’ê re nîne. Dibe ev şaşîtiya wan bi xwe be. Piştî wê Wezareta Derve ya Tirk hat agahdarkirin ku li sînorê YNK’ê bûyerek wiha çêbûye. Min ji wan re got, em jî ji siyaseta navendên ewlehiyê yên vî sînorî nerazî ne.”


Elaqeya bi referandûmê re 

Herî dawî jî Behroz Gelalî axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Mijara sereke ew e ku ofîsa YNK’ê ya li Enqereyê hat girtin û ji min re gotin ku divê ofîsê terk bikim. Tirkiye bi eşkereyî dijbertiya referandûmê dike. Ez bawer nakim ku referandûm 25’ê Îlonê pêk were. Belê hinek li Herêma Kurdistanê hene ku naxwazin xwe tê bigihînin û wisa diyar dikin ku ti kes dijbertiya referandûmê nake.” 


 ROJNEWS/SILÊMANÎ