GULÎSTAN MIHEMED /ANHA / GIRÊ SPÎ


Şêniyên bajarokê Hemam Turkmen ê ser bi navçeya Silûk a kantona Girê Spî ji bo diyarkirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û betalkirina tecrîdkirina wê çalakiyeke bi tirempêlan li dar xist.

Çalakiya gera bi erebeyan bi armanca diyarkirina rewşa tendirûstiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîda li ser wî, ji ber Firian şehîd Abdullah Ayid dest pê kir. Çalakger heta bi çerxereya Elem pêşç çûn û meşiyan.

Kerwanên erebeyan li hemû taxên bajarok geriya, wêneyên Ocalan, ala YPJ/YPG`ê û al û sembolên din hilgirtin.

Çalakgeran doza azadiya Ocalan kir û daxwaz kirin ku rewşa Ocalan diyar bibe.


Azadiya Ocalan azadiya me ye

Jinên di çalakiyê de cihê xwe girtî yên Tirkmen got, ew sîstema Îmralî şermezar dikin û wiha peyivîn: ʺAzadiya Ocalan azadiya me ye.ʺ

Yek ji van jinan Emel Hesen, anî ziman ku ew ji bo şermezarkirina komploya navdewletî ya li dijî Ocalan ji zarokan heta bi mezinan bi xwepêşandanê rabûne.

Emel Hesen di nava gotinên xwe de got: “Em ji Erdoxan re dibêjin ew çiqasî li hemberî Rêberê me têkeve nav wan kiryaran, ew ê nikarbe îradeya gel bişkîneʺ.

Di dawiya gotinên xwe Emel, got, ʺEm tecrîdkirina Rêber Ocalan şermezar dikin û Rêber Apo ne tenê rêberê gelê Kurd e, ew fîlozof û rêberê azadî û demokrasiyê yê Rojhilata Navîn eʺ.

Fatma Mihemed jî ku di çalakiyê de cihê xwe girt, got: ʺEm li hemberî komployên li dijî Rêber Apo bê deng namînin. Azadiya Rêber Apo azadiya tevahiya jinên Sûriyê yeʺ.

Di dawiya gotinên xwe de Fatma got, ʺJi bo azadiya Rêber Apo çi ji me bê xwestin, em ê pêkbîninʺ.