Di bin ala Herêma Kurdistanê de em dibin şahidê kuştin û qetilkirina rojnameger û çalavanên siyasî. PDK bi rêya ENKS dixwaze li Rojavayê Kurdistanê êrîşî destkeftiyên gelê Kurd bike. Dixwaze şoreşa Rojava reş bike, ji ber me hêj ji bîr nekiriye ku digotin; li Rojavayê Kurdistanê tiştek bi navê şoreşê nîne. Ji bo ev pêvajo li gorî kêfa hikûmeta faşîst a AKP’ê biçe, çi ji destê PDK’ê tê dike. Li Bakur amadekariyên ji bo qaşo partiyek Kurdî dikin. Ev partî di berdêla tesfiyekirina HDP’ê û tevgera azadî ya li Bakurê Kurdistanê de tê avakirin. Erdogan dizane Kurd aktorê sereke yê herêmê ne, bê Kurdan wê cîhan jî ti çareseriyekî qebûl nekin. Lê belê Kurdê ku kirasê Tirkbûn, olperestî û netewperestiyê li xwe kiribe. Kurdê ku di bin ala xwe de, Kurdbûna xwe înkar bike û bibe Tirkê ku xeyala sultanê Osmaniyan bûye. PDK li tevahiya Kurdistanê di halê hazir de bûye amûrê birêvebirina vê siyasetê mixabin. Ji bo li Bakurê Kurdistanê tişek bi navê Kurd û Kurdistanê nemîne, Erdogan bi çeteyên xwe ev du sal in, ne tenê Kurd, hemû bajar, tax û malên Kurdan şewitand û wêran kir. Îja çawa dibe ku niha destûr dide partiyek bi navê Kurdan li Bakur hebe? Li Rojavayê Kurdistanê dîsa ENKS di dewrê de ye, ji bo şoreşa Rojava reş bike. Provakasyon li pey provaksyonan. Jixwe çapemeniya PDK’ê ya ku ti ferqa wan ji medyaya AKP’ê nîne, 24 seatan di bin navê Kurdbûnê de, propagandaya AKP û siyaseta dîktatoriya wî ya di Rojhilata Navîn de dike. Her kes dibêje divê em di vê pêvajoyê de zimanek nerm ku xizmeta dijmin neke bikar bînin. Lê ez jî vê dipirsim, gelo zimanê çapemeniya PDK’ê li dijî Rojava, Bakur û destkeftiyên gelê Kurd li parçeyên din ên Kurdistanê bikar tîne, xizmeta çi û kê dike. Mesele ne dijberiya partiyan bihevre ye.
Radibin û rûdinên behsa nirxên pîroz ên gel, al û şehîdên welat dikin. Ya ew gelê tu behsa wê dikî, li Başûrê Kurdistanê bûye qurbanê bazara desthilatdariya di navebera partiyan de. Xelk ji ber krîza heyî berê xwe dide welatên derve û namîne, cih û warê xwe bicih dihêle. Wê demê em behsa kîjan nirxê gel dikin. Tu behsa şehîdan dikî, zarokên feqîr û hejaran di eniya şer de canê xwe feda dikin, lê hinek jî di qada navnetewî de li Amerîka û Ewrûpayê nayên û li ser xwîna pêşmergeyan siyasetê dikin. Em werin mijara alê jî, gotina yek al, yek welat, yek ziman û yek netew tê bîra min her. Ez bawer nakim û êdî em di serdemek wiha de jî nînin ku kes pir dijberiya al û rengê kesî bike. Ev der Herêma Kurdistanê ye, 24 seatan ala Kurdistanê lê ba dibe, lê ka wê demê çima aramî û dilxweşiya xelkê di bin vê alê de nîne. Çima xelk berê xwe didin deryayên bê ser û binî û ji bo tenê ji vî welatî birevin, qêmîşî canê xwe dikin? Çima heta duh dîsa rojnamegerek din dîsa di bin ala vê hikûmetê de hat qetilkirin? Wê demê ev al temsîla çi dike û kîjan nirxan diparêze? Çend roj in çapemeniya ser bi PDK’ê, ENKS ya ku her kes kêm zêde dizane, çi ye û armanca wan çi ye, kiriye qehreman û parêzvanê rûmet, şoreş û ala Kurdistanê. Senayro hema amade ye, wek gelek provakasyonên alê yên Erdogan! Ala Kurdistanê qaşo li Rojava hatiye şewitandin, gel xwedî li alê derdikevin, zilm, zorî û êrîşek heye. Îja bi ser de jî Mesûd Barzanî hema wê şevê daxuyanî dide û şewitandina ala Kurdistanê şermezar dike, gefê dixwe û hwd. Li aliyê din ve kesekî ku di dema komkujiya Şengalê de beriya her kes beziya û çû, xelk hişt nav lepê çeteyan, bê perwa van gotinan dibêje; ‘Êdî dem hatiye em PKK û DAIŞ’ê ji Şengalê derxin.’ Gotin çiqasî dişibe gotina Erdogan! Kesên wisa diaxivin, di rastî divê ew derkevin ji wir. Ew ji tirsa canê xwe wisa dibêjin. Wan sûcê şer kiriye, wan Kurdên Êzîdî wek pariyekî avêtiye ber gurên har. Di rastî de cihê wan li ser vê xakê nîne. Ew di bin navê Kurdayetî û parastina Şengalê de, pîlanên AKP dimeşînin. Li şûna PKK’ê dixwazin çeteyên AKP’ê li Şengalê bicih bikin, amadekariyê vê dikin. Di bin ala Kurdistanê de nirxên gelê Kurd tê firotin û Kurdayetî tê înkarkirin.