Hevseroka KCD´ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe, du meh in di greva birçîbûnê de ye. Keça wê Sabîha Temîzkan li ser rewşa dayika xwe peyivî û got, “Ji ber rewşa dayika xwe ez bi tirs û fikar im.”
Temîzkan diyar kir wê herî dawî 31’ê Kanûnê dayika xwe dîtiye û got:”D ayika min wê denê ji aliyê fîzîkî ve baş xuya dikir. Lê belê niha tenduristiya wê gihiştiye asta metirsîdar. Êdî tansiyonê wê dikeve, bê taqet dibe, êşa serî rû daye, gêj dibe, ji ronahî, bêhn û deng re gelekî hesas bûye û êşa mîdê lê peyda bûye. Em bi tirs û fikar in ku di her kêliyê de agahiyeke nebaş were. Ji ber ku êdî roja 61’î ya greva birçîbûnê ye û asta krîtîk e.”
Çi ji destê kê tê lazime bike
Sabîha Temîzkan li ser bandora çalakî û piştgiriyên ku li derve û hepsan didomin jî got: “Li dora daxwaza dayika min li hev civiyan û li hepsan din jî grevên birçîbûnê dest pê kirin. Li derve jî çalakiyên piştgiriyê tên kirin Lê belê pêwîstî bi dengekî hîn xurtir heye. Grevên birçîbûnê di asta krîtîk de ne, lewma ji bo encameke neyînî dernekeve holê çi ji destê kê tê lazime bike. Daxwaza dayika min ya sereke aştiya civakî ye. Yekane derd û daxwaza wê ew e ku êdî rondik ji çavan bibarin. Ez ji rewşa wê bi tirs û fikar im. Em bibin dengê Leyla Guven û hevalên wê.”
ANF/AMED