Dewleta Tirk ku li Efrînê li ser navê Kurdan her tiştî tine û qirr dike, vê carê jî bi tirseke salan, hovitiya xwe da der. Li goristana Henan a navçeya Şera, tirba Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî vekir û hestiyên tê de derxistin. Piştî dagirkirina Efrînê, dewleta Tirk û çeteyên wê wekî karê pêşî berê xwe dabûn goristanên şehîdan û ew xera kiribûn. Beriyan bi çendekê dewleta Tirk tirba Nûrî Dêrsîmî xera kiribû ku ji bo Kurdan navekî girîng e. Bi xerakirina tirba wî jî qaîl nebû, vê carê hestiyên tê de jî derxistin. Goristana Henan Yek ji kevntirîn goristanên li herêma Efrînê, Goristana Henan e û li vir gelek kesayetên welatparêz, oldar û kesayetên dîrokî yên Kurd hatine spartin. Dr. Nûrî Dêrsimî Dr. Nûrî Dêrsimî sala 1894’an li gundê Axzûnîk a girêdayî Dêrsimê ji dayik bû. Bavê wî Îbrahîm e û dayîka wî Zelîxa ye û girêdayî eşîra Miliyan e. Dêrsimî ji ciwantiya xwe ve beşdarî nava kar û xebatên siyasî bû û Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê li rex hin hevrêyên xwe yên dibistana amadeyî ava kir. Dr. Nûrî Dêrsimî, sala 1973’yan li Efrînê wefat kir û sala 1994’an jî hevjîna wî Ferîde rehmet kir. Cenazeyê Dr. Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî li Goristana Henan a navçeya Şera hatin veşartin. Dr. Nûrî Dêrsimî di salên 40’î de ji ber hovîtiya hikûmeta Tirkiyeyê neçar dimîne ji Tirkiyeyê koçber bibe û li bajarê Helebê bi cih dibe. EFRÎN