Nîşandan filma ‘Ji bo azadiyê’ li Sînemay Salim a li Silêmaniyê 31’ê Kanûnê bi destê Asayîşa Silêmaniyê hat astengkirin. Hunermend Herdê Semîr têkildarî astengkirinê got; “Dewleta Tirk naxwaze wêrankariya ku wê li Bakurê Kurdistanê bi serê gelê Kurd de aniye, were nîşandan. Ev yek jî nîşaneya tirsa dewleta Tirk a ji sînema Kurdî ye. Ev tirs jî ji bo Kurdan xala serketinê ye.”
Hunermend Herdê Semîr got, heta niha sansureke zêde li ser sînema, wêje û rojnamevaniya Kurdî heye û wiha peyivî: “Her mijarek ku ew nexwazin asteng dikin, piştre têkildarî sedema astengkirinê jî tiştekî nabêjin. Astengkirina filmam ji wan kesên ku di warê sînemayê de di xebitin re karek gelekî giran e.
Dewleta Tirk naxwaze wêrankariya ku wê li Bakurê Kurdistanê bi serê gelê Kurd de aniye, were nîşandan. Ev yek jî nîşaneya tirsa dewleta Tirk a ji sînema Kurdî ye. Dewletek wek Tirkiye ji sînemaya Kurdî bitirse, ev ji bo Kurdan xalek a serketinê ye.
SILÊMANÎ