Ev bû çendî car ku Erdogan di nava hişmendiya çarçoveya mija faşîzma kesk û nijadperestiya devşîrmetî ya kufikîbûyî de li rêkxistin, bawerî, dîroka Kurdan û li kêmaran heqaret dike. Dema vê heqaretê dike, ji pozisyon û meqamê lê ye û ji cihanê jî şerm nake. Bi bewariya xwe dixebite ku bi vî awayî Kurdan parçe bike. Wî çendî car Tevgera Azadiya Kurd bi baweriya Zerdûştî tewanbar kiribû, baş tê zanîn. Vê carê jî li pey konferansa Êzdayetî ya li Amedê, li bajarê Elezîzê ku di warê baweriya sunitiyê de cihê herî hişk û her çendî yek Tirkekî jî li wir tune, di warê nijadperetiya Tirk de li pêş Yozgatê ye, çawa ku van gotinên wî bê eleziziyan tu kes nebihîse got: “Evane ayinên Zerdeştî û Êzidiyan pêk tînin!”
Berê her tiştî Êzdayetî îro baweriyeke wê xaka pîroz e. Ew Erdogan jî niha xwedîgiravî serokwezîrê wê xakê ye! Serokwezîrê kîjan welatî, wê cesaretê di xwe de dibîne ku, li beşek gelê welatê xwe heqaret bike! Ji wê jî, ev ne tenê bêedebî, cudaxwazî, nijadperestî, faşîstî û bêmêjîtiye jî!
Kesên ku mirovan ji ber bawerî, nasnameya etnîkî û rengên wan sucdar bike, ew mirov di dîroka mirovahiyê de wek nijadperest, wek faşîstê bi nexweşiya kronîk a şîzofrenî ketî, tê nasîn. Mînaka vê ya yekem di dema sultanê osmanî yê dawî Abdulhamîdê murşîdê Erdogan de li dijê Ermenî û Suryaniyan pêkhatibû. Hîtlerê ku Erdogan di her warî de dişibe wî jî, cesaret ji Abdulhemît girtibû, lema wî jî Cihû û Roma-sintî qetilkiribû. Mînakekê jî Apartheita li Efrîkaya Başûr li hemberî reşikan ne. Wer xuyaye ku Erdogan jî dixwaze, baweriyên hê li Mezopotamya û Kurdistanê li pê maye, di jenosîdekê re derbas bike. Jixwe wî li Suriyê şerê mezhebî daye destpêkirin, ew ewqas çavsor e ku dê ewê hêdî hêdî bi awayekî bêtirs berê xwe bide Elewiyan jî!
Ez ji her baweriyê re rêz digirim; lewre her bawerî xebitiye ku rêya rast nîşanê ehlê xwe bide. Zerdeştî-Êzidî, Bûdîstî, Musevî, Xiristiyanî, mislimantî û yên din, hemûyan tenê tiştên baş gotine. Tu baweriyê negotiye, derewan bike, Tu baweriyê negotiye nijadperestî û dijminahiya mirovan bike. Îslamîyet jî; nijatperestî û dijminahiya baweriyên din red dike. Li gor gelek ayetên Quranê Erdogan gunehê herî mezin (kebîr) dike. Heta bi gotinên xwe dijminahiya dînê îslamê dike.
Gelo çima Erdogan ewqas ji baweriya Zerdeştî- Êzidî, li gel wê ji Elewitiyê ditirse? Ez bawer dikim herî zêde ji şiyar û şahada van baweriyan ditirse. Lewre di felsefa van hersê baweriyan de ev şiyar heye: „BAȘ BIFIKIRE, GOTINEN BAȘ BÊJE, Û KARÊ BAȘ BIKE!“ Ev şiyar jî Erdogan ditirsîne. Ji ber ku ew BAȘ NAFIKIRE, giyan, nav û dilê wi wekî çala dipiştik û maran e. Tu car GOTINEN BAȘ NABÊJE; ya tehdît dike, ya derewan dike, ya îftira û yan jî heriyê davêje mirovan. Ew ji KARÊ BAȘ jî heznake. Îş û karê wî xapandin, rant, talan, vir, kuştin û heqaret e. Rastî were pirsîn, divê ew ji îslamiyetê jî nefret bike, lewra îslamiyet jî tu carî derew, vir, heqaret, kuştin û rantê napejirîne. Lê ew dîsa jî xeftaneke xapandinê dibînin, û karê xwe bi rêve dibin.
Bêguman ev ne tenê polîtîka Erdogan tenê ye. Ev polîtîka dewletê, polîtîka dewleta li paş perdê ya Fetullahciyan e jî. Dewletê bi salan ji bo parçekirina Kurdan li ser baweriya Elewitiyê û şafîitiyê lîst. Di encamê de peyva Horasanê jî baş bikaranîn. Qaşo Erdogan jî bi wî aqilê xwe û aqilê şêwirmendên xwe, dixebite ku Kurdên misliman bi vê tewanbariyê ji Tevgera Azadiyê dûr bixe. Ango ev ne taktîk û gotinên nû ne. Kemalîstên qaşo laîq jî Tevgera Azadî bi ermenîtiyê tewanbar dikir. Bi kurt û kurmancî heman lîstik, lê bi gotinên cuda.
Divê ew vê baş bizanin, êdî ew dema ku ew bikanin bi gotinên wiha vala mirovan bixapînin, derbas bû. Em gel û netewekî ne, em bi hemû baweriyên xwe serbilind in, lê ji hev re rêz digirin. Em hem bi Zerdîştî, hem bi Êzdayetî, hem bi Elewîtî, hem bi şafii-îslamî, hem jî bi birayên xwe yên xiristiyan-Suryanî/Ermenî serbilind in. Êdî tu hêz nikane, bi wan gotinên vala û xapînok li ser me bilîzin. Wê êdî gotinên kesên wekî Erdogan, çaş û meftûnên wî yên di nava me de jî çar qurişan jî meke! Erdogan bi wan gotinan ne em, wî xwe rezîl û rencîde kir. Lê dîsa jî ez wî ji ber wan gotinên wî bi hemû nefreta dil şermezar dikim.
Têbinî:
Ez çalakiya gireva birçîbûnê û hemû çalakwanan silav dikim, bi hemû giyan û hêze xwe ve li gel wan û çalakiya wan im.
Tirsa faşîzma Erdogan; Zerdeştî û Êzîdî