Polîtîkaya derve ya dewleta Tirk hevqasî li ser dijminatiya Kurdan ava bûye, hemû cîhan vê yekê hisiyaye. Têkiliyên xwe yên bi DYA û Ewropayê re li ser dijminatiya Kurdan saz kirine. Dema desteka van dewleta ya ji bo polîtîkayên xwe yên tevkujer ên li dij Kurdan nastîne yekser nerazîbûna xwe ya derbarê van welatan de tîne ziman. Tevî ku DYA û Ewropa di her mijarê de destekê didin desthilatdariya AKP'ê jî yek ji rexneyên têkildarî Kurdan qebûl nake. Li wan ferz dike ku ji polîtîkaya tevkujiya li ser Kurdan re bêdeng bimînin û destekê bidin polîtîkayên wan. Ewropa û DYA'yê jî ev yek vekirî dîtine.
Tirkiyeyê têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re jî li ser bingehê dijberiya Kurdan saz kirine. Dema ku dît Rûsya nêzî Kurdan bû tirsiya û yekser xwe avête ber lingê wê. Tevî rejîma Esad destûr dane ku bikeve Cerablûsê û bi vê yekê re her tişta ji Tirkiyeyê xwestin standin. Tirkiye ji bo asteng bike da ku hêzên bi Kurdan re dost li navbera Kobanê-Efrînê bicîh bibin, çeteyên ku heta wê rojê Heleb bi wan didan rûxandin kişandin û li herêma Îdlib û Babê bicîh kirin. Rûsyayê zeaf a dewleta Tirk a derbarê Kurdan de hevqasî fahm kiriye, mîna ku hevsar bi serê wê bike li dera dixwaze wê digerîne. Rûsya dixwaze ji vê rewşa wê ya tengav herî zêde sûdê werbigire. Ji ber ku dizane di dawiya dawî de wê Tirkiye careke din li polîtîkayên xwe yên dij Rûsyayê vegere.
Îran û Sûriye ji xwe dijminatiya dewleta Tirk a li dij Kurdan baş dizanin. Ji ber vê yekê jî Tirkiye bi Kurdan tirsandin û hiştin ji Helebê vekişe. Dijberiya Kurd car caran mîna amûreke polîtîkayên hevbeş ên bi Tirkiyeyê re bikar tînin. Carnan jî ji ber ku lewaziya Tirkiyeyê ya di mijara Kurdan de baş dizanin vê yekê li dij bikar tînin. Ji ber dijminatiya wê ya li dij Kurdan di destê cîhanê de veguheriye lîstokekê û niha jî li Rojhilata Navîn bi heman rengî pê dileyizin.
Têkiliyên wê yên bi Iraqê re jî li ser bingeha dijminatiya Kurdan tên meşandin. Lê belê di vê mijarê de bi Iraqê re di nava nakokiya de ye. Ji ber ku PDK'ê li dij PKK'ê û Kurdên di nava sînorên Tirkiyeyê de bikar tîne, hewldanên bi Iraqê re meşandina têkiliyên li ser dijminatiya Kurdan êdî encama tê xwestin dernaxe holê. Her wiha Iraqê pirsgirêka Kurd heta astekê çareser kiriye, hem jî polîtîkayên mezhebparêz ên Tirkiyeyê li nava Iraqê dibe sedema pirsgirêkan. Iraq, ji ber ku zeafa Tirkiyeyê ya derbarê PKK'ê û Kurdan de baş dibîne, hewl dide bêhtir tawîzan bistîne. Ji ber ku Tirkiye çû ber lingê serokwezîrê Iraqê; hem xwest destûra operasyona li dij Qendîlê bide, hem jî derbarê Şengal a tu têkiliya wê bi sînorên Tirkiyeyê re tuneye de hin tişt daxwaz kirin. Iraqê ji bo fahmkirina polîtîkayên Tirkiyeyê hevdîtin qebûl kir û piştî vê yekê jî derbarê polîtîkayên dewleta Tirk de gihişt encamên misoger. Ji ber ku Iraqê polîtîkayên şantajê yên Tirkiyeyê û hedefa wê ya bêhtir di nava axên Iraqê de bicîhbûnê dîtin daxwaziyên wê qebûl nekirin. Ji ber ku di mijara pirsgirêka Kurd de lawaziya Tirkiyeyê dît, gavên ku wê rehet bikin ne avêtin.
PDK ji ber ku dijminatiya dewleta Tirk a li dij Kurdên di nava sînorên xwe de û rêxistina wan PKK'ê dibîne, bi xwe jî dijberiya PKK'ê dike û ji Tirkiyeyê desteka siyasî distîne. Her wiha di her derfetê de PKK'ê bi Tirkiyeyê tehdît dike. Lê belê di nava van têkiliyê xurt de PDK'ê jî dît ka Tirkiye çiqasî dijmina Kurdan e. Herçiqas vekirî nebêje jî PDK dijminatiya Tirkiyeyê ya li hember Kurdan dibîne. Lê belê ji ber berjewendiyên partî û polîtîkayên xwe yên aktuel dixwaze ji Tirkiyeyê sûde werbigire. Bi vê yekê re mîna Ahmet Kaya dibêje di nava rewş û nakokiyeke ku ku hem dijminatiya Tirkiyeyê ya li dij Kurdan dibîne hem jî bi dewleteke dijmina Kurdan re têkildare de maye.
Dost û dijminê Tirkiyeyê tevan karakterê dewleta Tirk ê dijminê Kurdan baş dîtine. Ji ber ku Tirkiye tevahiya polîtîkaya xwe ya derve li ser dijminatiya Kurdan saz kiriye, hemû dewlet jî vê dijminatiya wê ya li dij Kurdan dibînin û li gor wê polîtîkayan bipêş dixin. Gelek dewlet ji ber ku polîtîkayên Tirkiyeyê yên dij mirovahî û tevkujer dibînin êdî naxwazin mîna berê bibin şirîkên van polîtîkayên Tirkiyeyê. Naxwazin mîna pêvajoya ku bi Împaratoriya Osmanî re bûne yek û şirîkatiya tevkujiya Ermeniyan kirin, careke din bikevin heman rewşê.
Ji aliyê din ve Kurd êdî li nava Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bûne hêz. Berê Tirkiyeyê bi nîşandana hêza xwe herkes dixiste hevparê polîtîkayên xwe yên tevkujer. Ji ber ku niha heman dewlet Kurdan mîna hêz dibînin, şantajên Tirkiyeyê mîna berê encamê nadin. Bi karakterê xwe yê siyaseta demokratîk Kurd li Rojhilata Navîn mîna nirxekî bilind dibin û tenê ji ber ku Tirkiye dixwaze dijberiya Kurdan nakin.
Di polîtîkaya hundir û derve de êdî şîfreyên Tirkiyeyê bi tevahî aşkere bûne. Hemû Kurd û hemû cîhan jî vê rastiyê dibîne. Ji ber vê yekê jî dewleta Tirk mîna ku bikeve gerînekeke avê ji rewşa aloz rizgar nabe.
Ya ku Tirkiyeyê ji vê rewşa aloz rizgar bike têkoşîna demokrasiyê ya Kurdan û hêzên demokrasiyê ye. Dema ku bi vê têkoşînê Tirkiye bê demokratîze kirin û Kurdistan bê azad kirin, wê demê Tirkiye wê ji rewşa ku bi dijminatiya wê ya li dij Kurdan mîna ben dest û lingê wê girê bidin rizgar bibe û wergere welatekî azad û demokratîk.