Weke Kurdên Elmanyayê, weke koçberan û weke mirov ev çend rojin dawiyê yên piştî êrişa hovane ya li Hanauyê, ji bo me pir zehmet bûn. Têkelbûneke şîngirtin, metelmayîn û tirs li ser me hemûyan bi tesîr e. Lê nexasim, ji bo me Kurdan divê Hanau bike ku em çend tiştan fêr bibin, analîz bikin û wan bibin mekanên giştî. Lê belê divê beriya her tiştî jî ew bike ku em wê pirsgirêka ku esas ya her kesî ye, bi nav bikin: Nijadperestî.
Nijadperestî li Elmanyayê hewayek e. Hewayek e ku di liberhevgirtineke Ewrûpî de jî, herî zêde mirovan dikuje. Li gorî tesbîtên Weqfa Amadeu Antonio ji yekbûna Elmanyayê ji sala 1990´î ve şideta rastgir heta niha 198 mirov kuştine. Elmanya li Ewrûpayê li herî pêş e û çavkaniya herî mezin a şideta siyasî jî êrişên rastgirên tundraw in; nexasim ên li dijî stargehên penaberan. Dîsa jî ev mijar hema hema ne di rojevê de ye. Di civîneke çapemeniyê de ji CDU´yê Friedrich Merz weke mînak li ser pirsa "Bersiva cenabê te ya li dijî tundrawiya rastgir ew e ku sûckeriya çeteyan, kontrolên sînor û wekî din bêhtir bikevin rojevê?" wî bersiva zelal "Erê" da; ev bersiv tiştekî darîçav dike: Di gotara giştî de me li hînbûna xwe ti tişt zêde nekir."
Nijadperestî her wiha hewayek e li nav DITIB û hevaldoşkên wê jî û wan karî ji hovîtiya Hanau sûdê jî wergirin. Wan di meşeke li dijî nijadperestiyê de bi sedan alayên Tirk li ba kirin, pê re jî wan xwe bi qesd li nezanînê danî ku mirovên wek Ferhat Unvar û malbata wî ji ber dîrok û îdeolojiyê vê alê reviyabûn. Çima? Ji ber ku nijadperestî di heman demê de ew e ku Elmanyayê bi dehsalan e ku bi formuleke besît miamele dike bi koçberan re: Divê mirov karibe siyasî koçberan bi rê ve bibe, pirraniya wan Tirkên sunî ne û pê re jî nûneriya berjewendiyên Sunî-Tirk ên herî muhim in. Bi tenê wisa mirov dikare rave bike ka çima di Talkshowa pêşî ya piştî êrişa Hanauyê de yekane nûnera koçber a ku peyivî Kubra Gumuşay e, wekî din kesekî din ji koçberan napeyive. Maneya nijadperstiyê di bin navekî de berhevkirina xelkê ye, bêdengkirina dengên pêşverû û çepgir ên wê civakê ye.
Nijadperestî her weha ew e ku ev bi salan e çalakgeriya Kurdî weke pirsgirêka întegrasyonê li aliyekî tê danîn, destûra sayî û rêxistinên Kurd a ku gotina xwe bikin nayê dayîn, ew li derve tên hiştin. Heta di çalakiya ji bo kesên jiyana xwe li Hanauyê ji dest dayî de jî rastgirên Tirk poster û plakatên "Terora PKK´ê" karîn hildin, nijadperestî ha ev e.Nijadperestî wekî din her wiha ew e ku bi dengê Sunî-Tirk ê ku qaşo nûneriya mexdûran hemûyan dike, dengê Roma-Sintiyan (Dom) ku didu ji kesên qetilkirî Mercedes K. û Rom Vili P. ji wan bûn, tê fetisandin. Nijadperestî ew e ku bê qisûr Împeriyalîzma Tirk li dijî miletên Balkanan li ser erda Elmanyayê jî dewam bike. Gava ku mirov vê rastiyê weke Kurd îfade dike jî, hingê weke cihêkar mirovî qedexe dikin. Nijadperestî wekî din ew e ku di nava derdorên çepgir û antîfaşîst li Elmanyayê de Elman serwer in, ew Elman in ku ti carî nebûne mexdûrê nijadperestiyê radibin û li ser navê Kurdan dipeyivin. Nijadperestî her wiha ew e ku Kurdan xwepiçûkdîtin bi hêviya ku dengê Elmanan ên li ser navê wan dipeyivin bêhtir li xêra wan bin, ew qasî qebûl kiriye. Û helbet ew deng bêhtir bi kêra wan nayên.
Niha tam wexta wê ye ku em van çend rojên bihurî, ew çi bûn wisa bi nav bikin: Defîleyeke nijadperestiyê li Elmanya û Tirkiyeyê, hema li ber me û me hemûyan karî bibînin. Têrê nake ku mirov bibêje, hemû wekhev in. Siyaseteke yekser lazim e ya ku mekanan ji bo mexdûrên nijadperestiyê ava bike, nexasim ji bo wan ên ku li dengê wan nayê guhdarîkirin. Ew ên din hemû yên ku di minaqeşeyên li ser koçberan de li Elmanyayê di bin navê Tirk-Sunî de tên berhevkirin yan jî bi temamî nayên dîtin weke Roma û Sîntiyan. Heger em ji heqî vî karî neyên, naxwe ji Hanauyê em fêrî ti tiştî nebûne.