Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe agir berda zeviyên di navbera gundên Til Werdê û Merdûdayê de. Eskerên Tirk her wiha gule berdan kesên ku dixwestin şewatê vemirînin.
Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe obus û hawan avêtin zeviyên navbera gundên Til Werdê û Merdûdayê ku 20 kîlometreyan li bakurê Eyn Îsayê ne. Ji ber toparanê agir bi zeviyan ket. Zeviyên genim ku bi kedeke mezin a şêniyên herêmê hatin çandin, bi topbarana artêşa Tirk şewitîn.
Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe her wiha gule berda şêniyên herêmê ku dixwestin şewata li zeviyan vemirînin. Her wiha bi wesayitên zirxî li dora zeviyên agir pê ketin geriyan û bi vî rengî nehiştin ku kes şewata li zeviyan vemirîne.
Dewleta Tirk tevî çeteyên xwe par jî agir berdabû zeviyên şêniyên herêmê.
ANHA/EYN ÎSA