Piştî êrişa yekemîn a Rûsya li hemberî çeteyên DAIŞ´ê li Sûriyê mîna ku “kêr gehiştibe hestî” Erdogan fermana xistina balafirên Rûsya da. Weke bersiva vê helwêsta Enqereyê, Rûsya dest bi gavên radîkal kir, belgeyên ku bazirganiya Petrolê bi DAIŞ´ê re piştrast dikin, ku çend caran çapemeniya alternativ û azad berê bal dikişandibû ser wan, heman têkilî, lê vê carê berfirehtir û bi dîmenên satelîtan hatin weşandin. Jixwe ji ber ku ev têkilî eşkere kir, AKP´ê rojnamevan avêtin zindanê, lê bi eşkerekirina van belgeyan ji aliyê Moskovê pêvajoyê gav diavêt qonaxeke nû.
Şerê DAIŞ´ê êdî veguherî şerê parvekirineke vekirî ya herêmên dewlemend ên enerjiyê. Tişta zelal ew e ku derdê hêzên cîhanê berjwendiyên wan û çavkaniyên enerjiyê ye, derdê Erdogan jî lihevxistin û tinekirina tevgera azadiyê ye. bi Rizgarkirina Şengalê û operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li hemberî çeteyên DAIŞ´ê û rizgarkirina Herêma Holê ya stratejîk, têkiliyên navberê Mûsil û Reqayê qût bûn, niha jî her kes hesab li ser qonaxa piştî ji holêrakirina DAIŞ´ê dike, çi nêz û çi dûr. Dû mijarêke ku wer xuya dike ku rola wan hebe di ji nû ve dîzaynkirinê de rewşa Mûsilê û siberoja Sûriyeyê ye. Ji bo Mûsilê, rizgarkirina Şengalê gaveke gelekî girîng û dîrokî ye, ji ber ku çeteyên DAIŞ´ê bi dagirkirina Mûsilê bûn xwediyê cesareta dagîrkirina Şengalê; vê gavê mesele berovajî ye, Şengal îşareta destpêka dawîhatina li DAIŞ´ê ye. Beşeke mezin ji hêzên Sûniyên Îraqê ku ji aliyê Tirkiye, Qeter û Erebistana Siûdî tên destekkirin û di vê bereyê de jî PDK berjwendiyên xwe yên teng dibîne. Bi van bûyerên dawî PDK´ê xwe di tengasiyê de dît, di heman demê de Başurê Kurdistanê di pêvajoyeke kirîzê ya kûr re derbas dibe, li ser giliyê DANA Gaz ku kompaniyeke petrolê ya Emîratiyê ye û hilberîna petrolê li Başûr dike, hefteya bihurî, li dadgeheke Londonê nêzî 2 Milyar dolaran bi Hikûmeta Herêmê dan windakirin û şert danîn ku di nava 28 rojan de vî pereyî bide. Ji bo wî jî M. Barzanî serokê PDKê çû serdana Erebistana Siûdî û Emîratên Ereb kir, tê gotin ku Riyadê bi qasî 8 Milyar dolar pere dane Barzanî. Yekser piştî vê serdanê arteşa Tirkiye hêzên xwe şandin nêzî Mûsilê û daxûyaniya yekemîn ji PDK´ê hat, PDK´ê hebûna hêzên Tirkan, parastinê ve û bi perwerdekirina hêzên Îraqê ve girêda. Ji bo wê jî hema piştre, yekser Tirkiyeyê hêzên xwe yên arteşê bi çek û cibelxaneyên giran şand nêzî Mûsilê, ne tenê Mûsilê, çavkaniyên ji herêmê radihînin ku leşkerên Tirk bi çek û cibelxane û hejmarên xwe li navçeya Soran jî hatine zêdekirin.
Ji hin çavkaniyên nêzî PDKê ku nexwastin navên wan were eşkerekirin, piştî rizgarkirna Şengalê, PDK bi rayedarên xwe û fermandarên pêşmerge re civînek pêk aniye, di vê cîvînê de gotin min, “hûn çi dikin ji bo Şengalê?” li wir Mesûd Barzanî gotiye, sebir biken wê tiştên baş biqewimin, lê wer xûya dike “tiştên baş” li gorî PDK´ê timî ji bo Kurdan wê karesatê bi xwe re bînê, ez ne hêvîdar im, lê îşaretên tiştên van rojan diqewimin ne îşaretên xêrê ne. Nexwe, arteşa Tirk li nêzî Mûsilê çi dike? Têkiliya vê gavê Tirkan bi serdana Mesûd Barzanî ji bo Erebistana Siûdî û Qeterê, dîsan serdana wan bo Enqerê çi ne? Çi di Planê de heye? Armanca van hêzan çi ye?
Yên hinekî ji zihniyeta Erdogan û AKP, bi giştî Dewleta Tirk fam bike, wê zanibe ku ev gav wê talûkeyên mezin bi xwe re bînin, di serî de jî ji bo Başûrê Kurdistanê, ji ber ku dibe sedema bêhtir parçekirina siyaseta Kurdan, hem jî armanc derbkirina Şoreşa Rojava ye, vekirina bereyeke din a şer e, di demekê de ku amadekariya azadkirina Cerablûsê tê kirin bi destê QSD´ê. Ev Zihniyet ji bo Gelê Kurd ne xerîb e, lê ya herî tehlûke, ew e ku PDK bikeve navenda vê planê, pirs ew e ka gelo li gorî wan “tiştên baş” çi ne, gelo anîna hêzên dagirkerekî Kurdistanê ye ji bo Başûrê Kurdistanê? Bersiva van pirsan û pirr pirsên din wê di rojên pêşiya me de zelaltir werin dayîn.