Li Wanê komek şanoger ji bo hunerê alternatîf pêk bînin bi navê Tiyatro Mencel komeke şanoyê ava kir. Lîstikvanên Tiyatro Mencel, li aliyekî amadekariyên demsala nû dikin û li aliyê din jî xebatên atolyeyê didomînin.
Lîstikvana koma şanoyê, Bêrîvan Budakbeyoglu anî ziman ku ev demeke dirêj e xebatên atolyeyê didomînin û yekem car bi atolyeya ‘Deng û Beden’ ev plansaziya xwe pêk anî. Budakbeyoglu behsa kelecana atolyeyan kir û wiha axivî: “Xebatên me pirr baş in û em fêrî gelek tiştan dibin. Em pirr bi kelecan in. Ev atolyeyên me dê bidomin.”
Bêrîvan Budakbeyoglu dest nîşan kir ku deriyê wan vekiriye ji her kesî re ku dixwaze şanogeriyê bike, û got: “Em destpêkê bang li jinan dikin. Di atolyeya me de 4 jin û 3 mêr hene. Ev rewş mirov kêfxweş dike. Em xwe bêhtir bi hêz dibînin. Wekî warên din, şano û şanogerî jî ji bo jinan warekî zehmet e.”
Endama Tiyatro Mencelê, Dilvîn Abî da zanîn ku niha amadekariya pêşkêşkirina 2 lîstikan dikin. Dilvîn Abî anî ziman ku amadekariyên ji bo atolyeyên reqs, şan û bedenê didomin û got: “Atolyeyên me destpêkê têkildarî bedenê ne. Piştre bi dersên reqs û şanê dewam dikin. Em bi vî awayî amadekariyên demsala nû bi dawî dikin.”
Balê dikişînîn ser pirsgirêkên jinan
Dilvîn Abî diyar kir ku di xebatên hunerî de hejmara jinan kêm e û divê hejmara jinên ku bi hunerî re mijûl dibin, zêde bibe. Abî anî ziman ku pêwîst e jin ne tenê di bi şanoyê re lê bi hunerên din jî dakeve.
Abî anî ziman ku ew lîstikên têkildarî pirsgirêkên jinan amade dikin, di lîstikan de hewl didin ku tiştên tên serê jinan rave bikin û got, “Jin her roj bi êrişên cinsiyetparêz, fizîkî û derûnî re rûbirû dimînin. Armanca me ew e ku têkildarî pirsgirêkên jinan em civakê agahdar bikin.”
JINNEWS/WAN