Nobeda vê hefteyê ji aliyê Kurdistaniyên bi navê Remziye, Mîraç, Fatma, Pinar, Zozan, Zîlan û Lorîn ê ji Elmanyayê hatine ve tê meşandin.
Nobeda ku ev 1156 roj in bê navber dewam dike, hefteya bihurî ji aliyê Kurdistaniyên ji Viyanayê ve hatibû meşandin. Endamên komê bang li dayikên leşker û polîsên Tirk kirin û gotin, „Bipirsin ku zarokên we ‘li ku’ û ‘ji bo çi’ dimirin. Xwedî li zarokên xwe derkevin. Destûrê nedin ku zarokên we di oxira desthilatdariya Erdogan û ekîba wî de bên kuştin. Dayikên Kurd û Tirk dema dest bidin hev dikarin li hemberî vî dîktatorî bisekinin. Bi vê hevgirtinê dikare ev şerê qirêj bê sekinandin.“
Çalakiya Nobeda ji Ocalan re Azadî, çalakiya herî demdirêj a Kurdistaniyên li Ewropayê ye ku bê navber dewam dike. Heta niha gelek hunermendên Kurd, nûnerên saziyên baweriyan, rojnamevan û biyaniyên dostên Kurdan beşdar bûn. Di çalakiyê de bi sohbet û belavkirina belavokan li derdorê re der barê pirsgirêka Kurd û azadiya Ocalan de agahî ji raya giştî ya Ewropayê re tê dayîn.
STRASBOURG