
Herdû rêxistin di daxuyaniyê de ev tişt gotin: “Hikûmeta AKP’ê û dewleta T.C li bakurê Kurdistanê teroreke faşîst li gelê me dike. Şerekî li dûrî pîvanên mirovahiyê û wehşî li ser gelê kurd ferz dikin. Bi konsepta şerê giştî re qirkirina fîzîkî li gelê me tê kirin. Erdogan û dîktatoriya faşîst a AKP’ê, bi bikaranîna rêbazên Hîtler û Mûssolînî re dixwazin ji qirkirinê encamê werbigirin.”
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Divê li hemberî hovîtiya AKP’ê ya ku li Cizîr û Sûrê pêk tîne em bikevin nav tevgerê, bi şev û roj çalakiyan li dar bixin. Em çiqasî bêdeng bimînin dê ewqasî dijmin êrîşan pêk bîne ji bo ji van êrîşan re bibin asteng divê her kes derkeve derve û di nav çalakiyan de cihê xwe bigire.”
Ji NAV-DEM’ê plansaziya nûçeyan
NAV-DEM’ê ji bo meşên navendî yên 30’ê Çileyê yên li Elmanyayê bang kir
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê, ji bo meşên li Berlîn, Koln, Frankfûrt û Stûttgartê yên li dijî dewleta Tirk, banga tevlîbûnê kir.
Meşên di 30’ê Çileyê de werin lidarxistin ev in:
BERLÎN: Meş wê ji aliyê ABDEM, Yekîtiya Hêzê ya Şoreşger û NAV-DEM’ê ve bê organîzekirin. Ji Berlîn, Dresden, Halle, Magdebûrg, Hannover, Oldenbûrg, Lohne, Kassel, Kîel, Hambûrg, Aûrîck, Bremenhafen, Ergûrt, Celle Kurdistanî û dostên wan wê tevlî bibin. Çalakî wê saet di 15’an de li Potsdamer Platzê destpê bike.
KOLN: Çalakî wê bi pêşengiya YJK-E bê lidarxistin û ji Osnabruck, Munster, Bîelefeld, Hagen, Dortmûnd, Essen, Dûîsbûrg, Dusseldorf, Wûppertal, Koln, Leverkûsen, Duren, Aachen, Bonn û Troîsdorfê Kurdistanî û dostên wan tevlî bibin. Çalakî wê saet di 14:00 de li Roncallîplatzê destpê bike.
FRANKFÛRT: Çalakiya hevpar a ABDEM, Yekîtiya Hêzê û NAV-DEM’ê wê bi beşdariya Kurd û dostên wan ên ji bajarên Gîessen, Frankfûrt, Hanaû, Maînz, Offenbûrg, Nurnberg û Saarbruckenê pêk were. Çalakî wê saet di 14’an de li Kaîserstrasse (Pêşiya HBF) destpê bike.
STÛTTGART: Çalakiya li vir jî wê bi pêşengiya YJK-E pêk were. Ji Stûttgart, Mucnhen, Bodensee, Freîbûrg, Pforzheîm û Heîlbronnê wê Kurdistanî û dostên wan lê amade bin. Çalakî saet di 16’an de wê li Lûtenschlagerstrasse (Pêşiya HBF) destpê bike.
BRUKSEL /DUSSELDORF
Êrîşên AKP’ê protesto kirin
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, êrîşên AKP’ê yên li hemberî Cizîr û Sûrê, bi çalakiyan protesto kirin.
DORTMÛND: Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Dortmûndê dijîn, duh danê nîvro li ber avahiya Şaredariyê çalakiyek lidar xistin. Di çalakiya li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Sûr û Cizîrê de, dosyayek li ser mijarê radestî rayedarên Şaredariyê hat kirin. Li ser navê çalakgeran heyetekê bi Alîkarê Şaredar re hevdîtin kir û dosya pêşkêş kir. Çalakî piştre bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.
GOTEBOÛRG: Li bajarê Swîsre Goteboûrg, komek ji Kurdistaniyan pêr bi şev strasyona trenê ya navendî dagir kir. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Sûr û Cizîrê hatin protestokirin. Çalakî rastî eleqeya mirovên li derdorê hat.
ARNHEM: Li bajarê Hollanda Arhemê, komek ji 25 kesan a ji Navenda Civaka Demokratîk û Meclîsa Jinê ya Fatoş Saglamgoz, saet di 14:30 de li avahiya televîzyonê ya Gelderlandê çalakiyek pêk anî. Ji rayedarên televîzyonê hat xwestin, ku bûyerên li Kurdistanê diqewimin, bibînin. Çalakî bi qîrîna dirûşmên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
BARCELONA: Li bajarê Katalonya Barcelonayê, endamên Platforma Azadî û Sendîkaya CGT, li ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin. Ji Partiya Katalonay CUP parlamenter Eûlalîla Regûant Cûra beşdarî çalakiyê bû û destek da.
LÎEGE: Li bajarê Belçîka Lîege, komek ji Kurdistaniyan li stasyona trenê ya navendî çalakiyek pêk anî. Beşdaran dirûşme qîriyan û belavok belav kirin. Rawestgeha duyemîn a çalakgeran navenda televîzyonê ya RTBF bû. Çalakgeran li vê derê, li ser rewşa li Kurdistanê agahî dan rayedaran.
BREGENZ: Kurdên li eyaleta Voralberg a Awûstûryayê dijîn, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Gotzîsê, dewleta Tirk protesto kirin. Piştî axaftinan girseya gel bi meşaleyan ji HBF heta navenda bajêr meşiya. Di meşê de alên KCK, YPG, YPJ, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên “Cizîr wê ji faşîzmê re bibe goristan” û “Bijî Serok Apo” hatin qîrîn.
VIYANA:Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, Kurdistaniyan û dostên wan çalakiyeke protestoyî lidar xistin. Di çalakiya li Meydana Stephansplatzê de komkujiyên dewleta AKP’ê hatin protestokirin û berxwedana xwerêveberiyan hat silavkirin. Di dema çalakiyê de belavokên li ser mijarê yên bi zimanên Elmanî û Îngilîzî hatin belavkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Çalakiya rûniştinê bi dawî bû
Çalakiya rûniştinê ya 3 rojan a li bajarê Fransa Strasboûrgê ji aliyê KCD-E ve hat organîzekirin, bi meş û mîtîngekê bi dawî bû.
Çalakî ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û teşhîrkirina rûyê qetlîamker ê mêtîngeriya Tirk, hat lidarxistin. Jinên TJK-E’yî yên organîzeya roja 3. a çalakiya rûniştinê kirin, pêr li Gara Trenê çalakiya dagirkirinê, roja dawî jî li ber Walîtiya Strasboûrgê ‘çalakiya edaletê’ lidar xistin.
Di çalakiyê de bang li Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropa, Yekîtiya Ewropa û gelek saziyên navneteweyî hat kirin, ku li pêşberî rewşê bêdeng nemînin û bi berpirsyariya xwe rabin. Parlamenter û nûnerên saziyan jî çalakger ziyaret kirin û destek dan wan. Mîtîng bi silavkirina berxwedana xwerêveberiya li Kurdistanê bi dawî bû. n STRASBOÛRG