Tevgera Jinên Kurd Li Ewropayê (TJKE) kongreya xwe ya damezrandinê ku di 1'ê Mijdara 2014'an de bi beşdariya 150 delegeyan li bajarê Hollanda Den Haagê pêk anî. Di danezanê de wiha hat gotin: "Di kongreyê de hatiye nîqaşkirin, ku ji bo dîtin, fêmkirin, nûbûn û pêşketina pêwîstiya guherînê ya civakê, li gel analîzkirina mercan, avakirina qada civakî li ser bingehên demokratîk û xurtkirina vê qadê bi exlaqa azad, girîng e."
Modela civaka azad e
Di danezanê de hat destnîşankirin ku Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê ya ji xwe re avakirina neteweya demokratîk esas digire. Hat ragihandin ku ev jî bi modeleke civakî ya ku civak lê rêxistinbûyîna xwe ya polîtîk û exlaqî bi awayekî azad pêkan e. Têkildarî modela TJKE wiha hat gotin, "Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê, weke model; komunan, kooperatîfan, ocax û meclîsên jinan, kongre, konferans û civatên giştî yên jinan, akademiyên jinan ên azad, navendên jinan û weqfan li qada herêmî û navneteweyî li ser bingeha tevneke xweser birêxistin dike.“
Kongreya me diyarî berxwedêrên li Şengal û Kobanê yên li dijî qirkirin û qirkirina zayendî li ber xwe didin û têkoşîna parastina nirxên mirovahiyê dimeşînin, hatiye kirin.
ANF/BRUKSEL