Ciwana Rojavayî ya bi navê Ş.E. ku ji komên DAIŞ‘ê reviya û li Kampa Penaberan a Domîz a li Herêma Kurdistana Federe bi cih bû, diyar kir ku rastî îstîsmara cinsî ya fermandarên PDK’ê hatiye. Têkildarî mijarê, rayedarên kampa ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) li kampê dest bi lêkolîn û lêpirsînê kir. Welatiyên ji ber êrîşên Komên DAIŞ‘ê hatin li Kampa Penaberan a Domîz a Herêma Kurdistana Federe bi cih bûn rastî istîsmara cinsî ya fermandarên PDK’ê hatin. Welatiyên beriya bi du salan ji ber êrîşên DAIŞ‘ê ji Kantona Cizîrê reviyan hatin li kampa Domîzê ya penaberan a ser bi Duhokê bi cih bûn, rastî îstîsmara cinsî ya fermandarên PKD’ê hatin. Jina 19 salî Ş.E. diyar kir ku rastî îstîsmara fermandarên PDK’ê yên ji ewlehiya kampê berpirsiyarin, hatiye.
Bazara fuhuşê bi destê rayedarên PDK?
Li kampa beriya bi sê salan hatiye vekirin, jina navê wê tenê weke Ş.E. hat danazîn serî li Komîseriya Penaberan a NY´yê da. Li ser vê yekê komîseriya NY´yê dest bi lêkolîn û lêpirsînê kir. Piştî ku Ş.E., rastî îstîsmara cinsî hat, li nexweşxaneya taybet a li Awûstralya piştgiriya derûniyê dide, hat bicihkirin. Li gorî agahiyên rayedarên NY’yê dayî, fermandarê PDK’e gelek caran Ş.E. kiriye ver îstîsmara cinsî û tacîzê. Ş.E.´yê da zanîn ku jina bi navê Leylan ew biriye ji fermandarên PDK’ê re. Û piştre gelek jinên din jî firotine fermandarên PDK’ê. Hat zanîn ku NY’ê ji bo bi berfirehî lêkolîn bê kirin û gavên hewce bên avêtin, nivîs ji Hikûmeta Kurdistana Federe re şandine, lê belî tevî ku 10 meh derbas bûne jî hîna bersiv nehatiye dayîn. Hat zanîn ku jina bi navê Leylan, hevsera fermandarekî payebilind ê PDK’ê ye. Awûstralya, di meha Çile ya 2016’an de li kampên penaberan ji bo dermankirina derûnî di bin çavdêriya NY’ê de nexweşxane ava kiribû. Ji ber vê yekê rayedarên NY’ê, Ş.E. li Nexweşxaneya Awûstralya bi cih kirin.
ERDOGAN ALTAN / DÎHABER / DUHOK