Hozan Canê li Tirkiyeyê gava ku ji bo piştgiriyê bide xebatên hilbijartinê yên HDP´ê hatibû girtin û paşê bi tohmetên lihevçêkirî, 6 sal û 3 meh ceza lê hat birrîn. Keça wê Gonul Ors a ku zanyara civakî ye, dev ji doza dayika xwe berneda û timî ew kir mijara Elmanyayê. Lê ew jî vê havînê li Tirkiyeyê gava çû serdana dayika xwe di vegerê de hat girtin û ev bêhtirî 2 mehan e ku li hepseke din, li ya Bakirkoya Stenbolê ragirtiye.

Li gorî xizmê malbatê Agit Keser ji bernameya Weltzeit a Deutschlandfunk Kultur re gotiye, dermanekî ne diyar didin Hozan Canê. Ji ber vê tenduristiya Hozan Canê ne baş e û ji ber ku niha êdî bîra wê jî qels dibe, Agit Keser guman dike ku ji ber van dermanan rewşa Hozan Canê xirabtir dibe.

Agit Keser bi telefonê bi Hozan Canê û Gonul Ors re dipeyive û zorê li meqamên Elman dike da ku ji bo berdana herduyan bikeve nava hewldanan.

Li gorî wî, tohmetên li dijî Hozan Canê hemû lihevçêkirî ne û ti elaqeya wan bi rastiyê re nîne. Sedem ji bo wî ew e ku Kurdan, ne xasim jî hunermend û rewşenbîran çavtirsandî bikin. Herçî Gonul Ors e jî, hîna bi tohmeta li dijî wê avûkata wê jî nizane.

Dogan Akhanli nivîskarek e ku di hepsa Tirkiyeyê de maye. Dema Gonul Ors hîna serbest li Elmanyayê bû wî jî kampanya ji bo Hozan Canê dimeşand. Ew dibêje, şensê Gonul û dayika wê Hozan Canê kêm e ku bên berdan ji ber êrişa qirker a li dijî Rojava û ji ber ku Elmanya ti zextê nake û ji gefên Erdogan ên bi penaberan ditirse. 

 

 NAVENDA NÛÇEYAN