Jina bi navê Ayten Uray a 50 salî di erdheje Ebexê de 3 bira û dayîka xwe winda kirin û di erdheja Wanê de jî mala xwe winda kir naxwaze di malên TOKÎ'yê de bimîne. Uray, diyar kir kir heke zirara wan bê dîtin dixwaze ji xwe re malekî prefabrîk çêbike.
Bi ser erdhejên Wanê yên di 23'yê cotmeh û 9'ê mijdara 2011'an de pêk hatin û 644 kesan jiyana xwe ji dest da û bi hezaran kes jî birîndar bûn de 8 meh derbas bû. Gelê di erdhejê de mexdur bû li gel hemû zor û zehmetiyan di bereqe û konan de têkoşîna jiyanê didin. Wan her roj bi welatiyên vedigerin careke din jiyan ber bi asayîbûnê ve diçe û lê gel hêj di konteyniran de dijîn. Welatiyên li bereqeyên di parqen de dijîn piştî li Malên Mevlana yên yek ode de hatin bicîhkirin di nav şertên gelek nebaş de dijîn. Malbata Uray a ji 10 kesan pêk tê di Mala Mevlana ya ku bê destşo, serşo û metbex de têkoşîna jiyanê dide.
Jina bi navê Ayten Uray a 50 salî bi 2 kurên xwe yên zewicî û neviyên xwe re di bereqeyê de dijî, di erdheja 24'ê mijdara 1976'an a li Ebexê pela wê 7.5 de a ku 3 hezar û 840 kesan jiyana xwe ji dest da de dayîka xwe û 3 birayên xwe winda kirin. Uray, di erdhejên 23'yê cotmeh û 9'ê mijdara 2011'an yên Wanê de jî mala xwe winda kir. Uray, dibêje di bereqeya yek ode de hewcehiyên wan ên teybet jî nayên dîtin. Uray, anî ziman ku di dema erdhejê de ava peyda nekirin û di pêvajoya erdhejê de tenê 2 caran alîkarî girtin û wiha got: "Carekê 2 run anîn. Hinek beqele û cilên kevin. Tu cilên bibin fêde neanîn. Dibe ku dewletê şandibin lê me tu tişt nedît."

'Ji bilî bereqeyê tu tiştê din nedan'
Uray, da zanîn ku di erdheje yekemîn de bûkekî wê çû malbata xwe lê ji ber ku îdare nekir careke din vegeriya bereqeyê. Uray, bilêv kir ku ji ber mala wan zirareke mezin dît nikarin bikar bînin û heke wisa biçe dê jiyana xwe di bereqeyê de berdewam bikin. Uray, destnîşan kir ku ji aliyê Waliyê Wanê ve li bereqeyê hatin bicihkirin û wiha axivî: "Ji bilî vê bereqeyê tu tiştên din nedan me." Uray, diyar kir ku piştî tesbîta mala wan zirar dît, komek ji TOKÎ'yê hatin û ji wan re gotin dê 40 hezar TL. bidin wan lê pişt re ew jî gotin ew nedan û wiha pê de çû: "Em naxwazin di malên TOKÎ'yê de bimînin. Heke TOKÎ pereyê mala me bide me em dê ji xwe re maleke prefabrîk çêbikin." Jina bi navê Hanîfe Uray a ku 14 sal berê zewicî û dayîa 3 zarokan jî diyar kir ku zarokên wê her tim nexweş bûn û ji ber erdhejê derûniya zarokên wê xerabûn û wiha got: "Hêj min û zarokên xwe tirsa erdhejê bi ser xwe navêtiye." 

DÎHA/WAN