
Girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya zimanê zikmakî di 12'ê Îlonê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 68'an de dest ji greva birçîbûnê berdabûn. Piştî girtiyan dawî li çalakiyê anîn zextên li ser wan zêde bûn. Girtiyên ku dema dawî li çalakiyan anîn bi kelepçeyan birin nexweşxaneyan, niha hem wan sirgûn dikin û hem jî gelek girtiyên ku ketibûn grevê rastî cezayê hucreyê û dîsîplînê hatin.
40 roj cezayê hucreyê
Yek ji van girtiyên ku rastî ceza û zextan tê girtiyê bi navê Seyfettîn Yakute. Yakut di 2011'an de hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T ya Boluyê. Hevjîna Seyfettin Yakut Şazime Yakut diyar kir ku hevjînê wê 15 rojan ket greva birçibûnê, lê niha rastî 40 roj cezayê hucreyê hatiye û wiha got: "Tevî cezayê hucreyê yê 40 rojî, rastî pêkanîn û zextên derûnî tê. Av û xwarinê di wextê wan de nadin wan. Hevjînê min çend roj berê bi telefonê li min geriya. Diyar kir ku binpêkirina mafan zêdetir bûye û ceza li ser ceza li wan dibirin."
Bi êşkenceyê sirgûn kirin
Bavê Felemez Teker Îhsan Teker ji anî ziman ku, kurê wî di heman girtîgehê de dimîne û wiha axivî: "Kurê min 14 mehin girtî ye. Kurê min ji Girtîgeha Rihayê sirgûnî Boluyê kirin. Dema kurê min sirgûn kirin li pey xwe kaş kirin û avêtin rîngê. Dema birin girtîgeha Boluyê jî tazî kirin. Ji ber ku kurê min ev yek qebûl nekir rastî îşkenceyê û cezayê hucreyê hat. Kurê min ji ber ku 25 rojan ket greva birçîbûnê rastî cezayê dîsîplînê hat. Me serî li ÎHD'ê da, lê hîn me tu encam bi dest nexistiye. Em vê zilmê qebûl nakin.
Bavê girtiyê bi navê Erdal Erbekler Fuat Erbekler jî anî ziman ku, kurê wî li Girtîgeha Tîpa T ya Boluyê ye û wiha got: "Erdal ji ber ket greva birçibûnê rastî 40 roj cezayê hucreyê hat. Piştî dawî li çalakiyê anîn 3 roj şûnde rastî cezayê hucreyê hat. Çend roj berê min name şand. Di nameyê de diyar kir ku, rastî pêkanîn û şîdeta psîkolojîk tê. Niha kurê min rastî ceza hatiye û hevjîna wî û zarokên wî mexdûrin."
DÎHA/AMED
Malbat gilî kirin
Malbatên girtiyan, ji ber ku zarokên wan li girtîgehê rastî binpêkirina mafan tê serî li ÎHD'ê dan û alîkarî xwestin.
Dayika girtî yê li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Tekîrdagê Mirza Aydin ê 4 salin girtî ye Gişver Aydin, diyar kir ku ji ber kurê wê û hevalên wî ketin greva birçîbûnê rastî îşkenceyê tên. Aydin, serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Edeneyê da û alîkariya hiqûqî xwest. Aydin, da zanîn ku kurê wê di 6'ê Kanûnê de telefonî malbatê kir û diyar kir ku gardiyan li wî xistine. Dayik Aydin, destnîşan kir ku dema bi telefonê bi kurê xwe re di axivî dengê qêrînê dihat û wiha got: " Kurê min got gardiyanan êrîşî me kir. Em hemû tazî kirin û destê me kelepçe kir û piştre em avêtin hucreyan. Em 7 saetan tev li kelepçeyan man. "
Aydin li dijî êşkenceyan nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ji ber ketine greva birçîbûnê girtî rastî zilm û zordariyê tên. Aydin got, "Kurê min 23 rojan ket greva birçîbûnê. Zarokên me rumeta me ne. Em ê heta dawî doz û têkoşina wan bişopînin û li mafê wan xwedî derkevin. Ez ê bi alîkariya ÎHD'ê giliyê rayedaran bikim".
Girtî di tariyê de hiştin
Li girtîgeha Tîpa M ya Midyadê jî ev 10 rojin li cihê ku girtiyên jin lê dimînin ceryan û av naye danîn.
Malbatên girtiyan pêr bi xizmên xwe re hevdîtin pêk anîn û diyar kirin ku ji ber li girtîgehê elektrîk û av hatiye birrîn ti pêdiviyên girtiyan nayên bicîhanîn.
Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku jineke ciwan a bi navê Sozdar ku paşnavê wê naye zanîn û hefteya borî li Şirnexê hatibû binçavkirin, bi awayekî kelepçekirî li hucreyê tê girtin û rêveberiya girtîgehê ji bo derbasî cihê girtiyên edlî bibe zextê lê dike.