Me dizanibû ku dîroka me kevnar e û di vê dîrokê de nivîskar, dîroknas, wêjevan, wênesaz û helbestvanên me gelek in. Lê em, di van 200 salên dawî de hatin korkirin, kerkirin û fetisandin. Serdema modernîteya kapîtalîst, li me wisa kir ku em hem li xwe, hem li dîroka xwe, hem li hebûna xwe, hem jî li nirxên xwe biyanî bûn. Ev biyanîbûn bi ked û hewldana şoreşgerên azadiyê roj bi roj êdî ji holê radibe, her diçe rêya heyî ronî dike û her kesê ji nû ve vedigerîne ser xaka xwe. Demekê berê ji hêla weşanxaneya Avayê ve çend pirtûkên nû gihîştin destên min. Ji van yek jî pirtûka dîroknas, wêjevan, helbestvan û fîlozofê Kurd ê namdar -di heman demê de pêşeng û serêşîrê Kurd- Mîr Celadet Elî Bedirxan a bi navê Tola Karwên e. Amadekariya vê pirtûkê Ronî War kiriye û pirtûk ji du beşan pêk tê. Beşa yekemîn ji dozdeh çîrokên kurt – di nav de yên werger jî hene- beşa duyemîn ji heft helbestan pêk tê. Mirov dema ku çîrok û helbestên Mîr Celadet dixwîne, ji çend hêlan ve hestên guherbar dijî. Hestên sereke penaberî, xerîbî û terkediyariya ji cih û warê bab û kalan e.

Çîroka yekemîn “Were dotmam” li ser vê esasê hatiye dahurandin. Netewebûn û welatparêzê hesteke din e ya ku di pirtûkên Mîr Celadet de derdikeve pêş çîrokên “Şîrîniya zimanê Kurdî” “Li ber tevna mehfûrê” “Loriya Fatê” û “Xwe ji bavê xwe dizî” bi heman awayê hatiye veçirandin. Çîroka “Gazinda xencera min” du hestan bi mirov dide pirsyarkirin. Di vê çîrokê de Mîr Celadet ji me xwendevanan wiha dipirse: Xencer an pênûs baş kar dike? Bersiva xencerê bi vî rengî bi lêv dike: (…) “Her çî ji min dûr mane, hatine ketine bajaran, zimanê xwe winda kirine û nedizanîn bêjin ‘lo’ ne jî ‘lê’ ji ber ku peyayên bêçek wekî mirovên bêneynûk in, kêç jî bi wan dikarin. Ji lewre ezbenî, qedrê min bizane, ji min dûr nekeve, min ji xwe dûr nexe û bi min, ne bi qelema xwe li parsûyên dijmin bixe jêbike!” Bersiva xencerê di vê çîrokê de gotineke bav û kalên Kurdan tîne bîra mirov: “Zêr zane, zor zane, devê tivinga mor dizane!” Dîsa jî di vî çîrokê de bersiv ji aliyê Mîr Celadet ve ji me xwendekaran re tê hiştin. Çîroka “Gelo xwe kuşt an hat kuştin” çîrokeke polîsiye ye. Ev çîrok ji hêla Celadet Bedirxan ve gelekî saxlem hatiye rêsandin. Di vê çîrokê de Celadet Bedirxan vê xalê ragihandiye me: Dema însan bi çavekî lêkolîner li bûyeran binêre, wê rastiya veşartî derxe holê û bibîne.


Çirokan, rastiya Kurdan vedibêje

“Bêbextî” çîrokeke kurt e û xwîndariya qewmê Kurdan a ku li ser çiyayê Sîpanê vedilîze diveçirîne. Du xwîndar (Çaçanê Bûbo û Serxanê Siyahpoş) li hemberî xwezayê çawa neçar dimînin û wateya xwîndariya xwe li hemberî vê xezebê, çawa lêpirsîn dikin nîşanî me dide. Di şexsê Çaçanê Bûbo û Serxanê Siyahpoş de, tê ragihandin ku însan bi kîn û nefreta xwe, nagihîje tu encamê. Dema ku hest li ser kîndariyê be, neheqiya biçûk û mezin tê tevlihevkirin û ev yek dijberbûna nijadê xwe, yên qewmê xwe bi xwe re tîne. Çaçanê Bûbo û Serxanê Siyahboş vê herî dawî fêm dikin lê xweza wan efû nake. Em jî di dema xwendinê de di bin berf û bahoza Sîpanê Xelatê de man û bi wan re mirin. Çîroka “Dayîn” serhildêriya jinên Kurd û jîrektiya wan vedibêje. Dema aqilê hestiyarî bi aqilê analîtîk ve dibe yek çawaniyeke çawa derdixe holê, di vê çîrokê de di şexsê jinên Kurd de baş hatiye honandin, bi zimanekî vekirî hatiye parvekirin. “Maçika diranker û cezayê wê” ji bo kenekî ji dil, xwendinê pêwîst dike. Beriya beşa çîrokan biqede mirov tevahî bi vê çîroka pêkenokî, êşa heyî aş dike, pak dike.


Zimanê Celadet herikbar û zelal e

Dûre, di pirtûka Mîr Celadet de beşa helbestan vedibe û Tola karwên dest pê dike. Êdî bi karwên re mirov jî bi rê dikeve, dimeşe û her dimeşe. Penaberî, mihacirî, rêwîtî, tev di rêçûna karwên de însan dorpêç dikin, dihejînin û dixin lêpirsîneke dijwar. Tevahî jan, êş û birînên Kurdan di helbesta rêwîtiya karwên de tên ziman û wekî wêneyekî tên ber çavan û çarçovekirin. Hin ji me di nava vê çarçoveyê de kînê dihewîtin, hin ji me tol hildan, hin ji me jî rêwî û belengaziya gelê xwe. Lê çarçoveya Tola karwên encax dikare bi welatekî azad were tijekirin û dagirtin. Jixwe di benda dawî de Mîr Celadet vê yekê bi van peyvan datîne pêşberî me xwendevanan: “Em bûne dost û bira, tola me jî yek/Tola me tola karwên, karê me gurz û çek!” Bi heman awayê helbestên “Loriya şehîdan, Stranên mirinê, Mirina gurî, Delaliya delalan, Bilûra min û Dawetê” jî bi heman rengî hatine nivîsandin.

Em di xwendina her çîrok û helbestên Mîr Celadet de hestên cuda cuda dijîn û li gorî wan teşe û reng digirin. Ev rastiyek e. Lê rastiya herî berbiçav a ku di pirtûka Tola karwên de derdikeve pêşberî me ev e: Nivîsandinek sarih, vekirî, wêjeyî û li gorî pîvanên çîrokbêjên dinyayê ye. Em dikarin bi dilekî rehet bibêjin ku di serê sedsala 20’an de çîrokvan û helbestvanekî me Kurdan ê navdar heye û ev kes bêşik û guman Mîr Celadet Elî Bedirxan bi xwe ye. Ev î zanyarê mezin, di wan şertên xeter de, di çîrokên xwe de, bi lîteratora wêjeyî zimanekî ewqas delal bi kar aniye û di heman demê de pîvanên ziman wisa rast saz kiriye ku mirov dest bi xwendina Tola karwên dike, qet naxwaze pirtûkê bi dawî bike.

Lê mixabin di nefesekê de ev pirtûka bi qîmet diqede û bi dawî dibe. Yek ji tişta ku li ser min bandor kir jî zimanê Mîr Celadet Elî Bedirxan e. Kurdî encax ji hêla wî ve evqas dikaribû bi wêjeyî baş bihata honandin û encax wî dikaribû zimanê Kurdî ji hêla wêjeyî ve bi xwendekaran zêde bida hezkirin. Ez bi hebûna Mîr Celadet Elî Bedirxan kêfxweş im, serfiraz im. Dilgeş im ku di dîroka me Kurdan a nêz de wêjevan û pêşengên wekî Mîr Celadet Elî Bedirxan, Kamiran Bedirxan, Osman Sebrî, Nûredîn Zaza, Mihemed Mîhrî Hîlav, Xelîl Xeyalî, Moden, Şefîk Arvasî, Ferecullah Zekî El Kurdî, Muhîdîn Sebrî El Kurdî û hezaran pêşengên din hene û ev pêşeng îro jî di hêla ziman de rêya me ronî dikin.


ORHAN ÇAÇAN / Girtîgeha Tîpa T Hejmar 2 Şakrana Alîagaya Îzmîrê