Komîteya Rêveber a PKK’ê, bi daxuyaniyekê ji fermandarên HPG û YJA Starê Delal Amed, Azê Malazgîrt û ‘Şehîdên Besta’yê bi bîr anî û soza mezinkirina têkoşînê da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em di wê baweriyê de ne ku bi pêngava par a li Botanê re tola wan hatiye hilanîn û hesab ji dijminê faşîst-qirker hatiye pirsîn. Em careke din soz didin ku em ê armanca wan bi ser bixînin û li Kurdistana Azad xwedî li bîranînên wan derkevin“.
Komîteya Rêveber a PKK’ê,Fermandar Reşît Serdar, Kerîm Kato û Hakî jî bibîranî û got,”Hevrê Reşît, Kerîm û Hakî salên dirêj li Zagros-Şemzînanê pêşengî kirin.Bû sonda serketinê ya gel, gerîla û tevgerên me yên jin û ciwanan. Nîşan da ku berdêla xwe çi dibe bila bibe ji bo azadiya Kurdistanê, jiyana azad a Rêber Abdullah Ocalan wê berdêlên pêwîst were dayin û wê ti carî dest ji hebûn û jiyana azad neyê berdan“.
Mijdar meha vejînê ye
PKK’ê,di dawî de bal kişand ser wateya meha mijdarê jî û got,”Mijdar bû sembola şehîdan ku di heman demê de meha damezrandina partiya me ye. Berxwedana şerê gel ê şoreşgerî ku di neh salên dawî de li ser xeta lehengiyê ya partî û gelê me hate meşandin, ji her demê bêhtir bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan û şehîdên leheng hate birêvebirin. Vê berxwedanê, hemû êrîşên tasfiye û tinekirinê yên konsepta şerê taybet a topyekûn a faşîzma dewleta Tirk ya qirker-faşîst ku pişta xwe dispêre paşverûtiya cîhanê, şikand“.
ANF/BEHDÎNAN