Opersyona QSD’ê ku bi navê “Operasyona Tolhildana Êlîn û Cûdî” di 2’ê Adarê de hatiye destpêkirin, didome. Armanca pêngavê rizgarkirina herêma rojavayê Çiyayê Kizwanan û bakur-rojhilatê Reqayê ye ji çeteyan.

Şervanên QSD’ê di çarçoveya operasyonê de heta niha 165 km çarçik ji çeteyan rizgar kir. Şervanên QSD’ê yên ji pêkhateyên, Kurd, Suryanî, Ereb û şervanên ji welatên din jî beşdarî hemleyê bûne.

Şervaneke ji Siwêdê jî cihê xwe di nava hêzên YPJ’ê de û di şerê di li dijî çeteyan de digire. Şervana Siwêdî navê xwe yê kod kiriye Roza û li ser doçka şerê çeteyan dike. Roza di xetên herî pêş ê bereya şer de  şerê komên çete dike.

Roza têkildarî beşdarbûna xwe ya di nava hêzên YPJ’ê de got, ji bo şerê li dijî komên çete û rizgarkirina welatiyên sivîl û vegerandina jiyanê li van deveran, ew tevlî nava refên hêzên YPJ’ê bûye.

Roza destnîşan kir ku sedema din a tevlîbûna wê ya di nava hêzên YPJ’ê de, siyasetên tunekirin û inkara hêzên desthiladar ên li dijî gelê Kurd in.

Roza, da zanîn ku ew kêfxweş e bi beşdarbûna nava hêzên YPJ’ê de û bi cihgirtina xwe ya di şer de ya li kêleka jinên Kurd ên efsaneyên dîrokî bi berxwedana Kobanê nivîsandin. 


 SERÊKANIYÊ