Romana J. R. R. Tolkein a bi navê ‘Mîrê Gustîlkan’ (The Lord of the Rings) a mîna epîk-fantazî tê binavkirin yek ji şaheserên wêjeyî ya hatiye nivîsandin e. Bi dehan salan e li ser vê berhema giranbuha xebatên hunerî, pirtûk, muzîk, fîlmên televîzyon û sînemayê û lîstikên vîdeoyê hatin amadekirin.
Beramberî ku 70 sal di ser nivîsandina wê re derbas bûye jî hêna gelek aliyên wê cazîbeya xwe didomînin. Ji ber ku li gelek rewşan tê jî timî aktuelbûna xwe jî diparêze. Di pirtûkê de 19 gustîlk ên semobalê hêzê li hemû cureyên li ser cîhana Tolkein ava kiriye, hatine belavkirin û herî dawî gustîlka ku karibe hikûm li tevan bike jî ji bo bidestxistina cîhanê û xistina bin xizmeta xirabî-tarîtiyê tê çêkirin.
Li ser gustîlka sembola hêzê ye şerên dijwar qewimîn. Sauron ku pêşengiya eniya xirabiyê dike ji bo karibe bigihije hedefa xwe pêwîstî bi bidesxistina gustîlkê heye. Li dijî vê yekê jî aliyê başiyê ji mirov, elf, hobbît û qambostan pêk tê. Ji bo jiholêrakirina xetereya bidestxistina tevahiya cîhanê ya xirabiyê pêwistî bi tunekinina gustîlkê heye. Di şerê li dij xirabî û tarîtiyê de Hobbît ê herî biçûk û bêhêz in rola sereke û diyarker dilîzin. Berpirsiyariya hilgirtin, rêwîtiya tije xeter û xwegihandina volkana gustîlk dikare lê tune bibe dikeve ser milê belengazê Frodo Baggins ê Hobbît.
Dîsa Elf û Qambost, mirov ên dijminên sedê salane û şerê mezin bi hev re kirine bi navê ‘hevkariya dawî’ yekîtiyê ava dikin. Kobanê û Şerê Binê Mîxferê Di têkoşîna li dijî tarîtiyê de şerê li herêma Binê Mîxferê gelekî girîng e. Li vir hebûn û hêviya dawî ya mirovahiyê li dijî êrîşeke tund û dijwar tê parastin. Di vê keleha bi navê Binê Mîxferê de berxwedaneke bêhempa ji aliyê komeke biçûk ve tê meşandin. Paşê jî bi gihîştina hawarê ya gel û hebûnên din artêşa bêhempa a Sauron têk diçe, mirovahî rizgar dibe û têkoşîn berdewam dike.

´Ez fermana manê didim we gelê Rojava!´

Aragon ê wezîfeya qralî û avakirina tifaqa eniya xêrê ya li dijî xirabî û tarîtîyê di destpêka şerê dijwar ê li Binê Mîxferê de wiha dipeyive ji komeke biçûk a hevalên xwe re ku di bin dorpêça artêşa bi hezaran hovên xizmetkarê xirabî û taritiyê de ne: “Gelî xwişk û birano, ez di çavê we de wê tirsê dibînim ku ez destûrê nadim di dilê we de şax bide. Dibe ku roj were mirov cesareta xwe ji dest bidin. Dibe ku dost pişta xwe bidin mirovî û hemû girêdanên biratiyê bibirin. Lê îroj ne ew roj e. Em ê îro şer bikin. Li ser navê hemû hezkiriyên we yên li ser rûyê vê cîhanê ez fermana mayinê didim we, ey gelê Rojava!”
Di encama şer de bi berxwedaneke bêhempa û di dawiyê de gihîştina hawarê ya gelan, hêzên Sauron ên hov têk diçin.
Gelek caran şîroveyên ku ev pirtûk li ser Şerê Cîhanê yê Duyemîn hatiye nivîsandin hatin kirin. Gustîlka hêzê mîna “bombeya atomê” hat sembolîze kirin. Xirabiya Sauron bi faşîzma Naziyan hat ravekirin. Jixwe taybetmendiya berhemên hunerî yên mayinde jî ev e. Di kîjan serdemê de be bila bibe ji ber ku tim xirabî-başî di nava têkoşînê de berhema hunerî aktuel dimîne. Lewre êrîşên bi destên DAIŞ’ê li dijî Kurdan hatine destpêkirin jî yekser ez birim nava rûpelê pirtûka “Mîrê Gustîlkan”.
Bi taybetî bi şêwazê êrîşa hovên xizmetkarê xirabiyê, berxwedana bêhempa ya ji bo hêvî û hebûna mirovahiyê û di encamê de afirîna hevkarî, koalîsyona alîgirên başiyê jî ya di şerê Binê Mîxferê de ji sedî sed li Berxwedana Kobanê tê.
Theodweyn û YPJ
Theodweyn û YPJ Di pirtûkê de diyaloga di navbera Qralê Bijarte Aragon û keça qralê Rohanê Theodwyn de jî balkêş e.
Theodwyn a çelengeleke siwara ye û hostayeke bêqisûr a şûr e dema xwe ji bo şer bi hejandina şûr germ dike Aragon wiha jê dipirse:
-Gelo tiştek heye ku hûn jinên Rohanî jê ditirsin.
Theodwyn a bedew jî wiha lê vedigerîne:
-Belê heye… Tirsa me herî mezin ew e ku ji aliyê hêzên tarîtiyê ve em dîl werin girtin û me biavêjin qefesekê. Em ji ketina qefesê û heta hetayê mayîna di qefesê de ditirsin.
Di vê demê de min careke din rahişte cîlda yekemîn a berhema J. R. R. Tolkein a ji sê cîldan pêk tê. Tevî gelek aliyên wê yên li rewşa Şerê Cîhanê yê II’yê tên hene jî herî zêde li serdema me û şerê îroyîn tê. Artêşa Sauron û alîgirên tarîtiyê di roja me de di şexsê DAIŞ û piştgirên wê de dikarin werin sembolîzekirin. Di sedsala me de xeleka mirovahiyê ya herî lawaz hatiye hiştin mîna Hobbîtên pirtûka “Mîrê Gustîlkan” Kurd bûn. Lê belê Kurd bi kesayetiya xwe ya paqij û ji desilatdarî, lêgerînên emperyal dûr li Rojava, Başûr bi taybetî li Kobanê nirx û hêviyên mirovahiyê diparêzin. Bi berxwadana xwe ya bêhempa jî bûn pêşengê avabûn û afirîna eniya xêrê û bilinbûna enternasyonalîzmê. Di şexsê Theodwyn a şervan de jî dikare mîna sembola şervanên YPJ’ê yên ku bi vîn û berxwedêriya xwe cîhan tev bi heyranî li wan temaşe dike. Di vê pêvajoya kaotîk de şaristaniyeke nû tê avakirin.

Her ku hêza alîgirên tarîtiyê bêhtir, artêşên wan bihêztir û derfetên di destên wan de zêdetir xuya dikin jî diyar e, hevkariya navbera gelan û beşên civakî de, îradeya ji bo rojên azad dê bi ser bikeve. Belkî bedêlên giran û kedeke mezin were dayîn, jixwe ya ku azadî, aştî û gihîştina mafan manedar dike ev berdêl û ked bi xwe ye. Bi vê wesîleyê ez xwendina pirtûka Mîrê Gustîlkan ji bo yên heta niha derfeta xwendinê nedîtine pêşniyar dikim. Her wiha ji bo yên bêjin “Me li fîlmê temeşa kiribû bes e” jî ez heman pêşniyarê dikim.


AZÎZ OGUR