MUJDAT CAN / MA / MÛŞ


Kasetvanê Mûşî Metîn Demîr ê di sala 1975’an de cîhaza tomariyê ji Qamişlo kirî û li odeya xwe studyo ava kir, kasetên nêzî 200 dengbêjî tomar kir û nêzî 200 kaset jî ji gundan kom kirin û zêde kirin. Demîr çîroka 42 salên xwe vegot û wiha peyivî: “Piştî sala 12’an bi ser dikana min de girtin. Ji bo ku ez hinek kasetan nefiroşim, ez hatim hişyarkirin.” 

Kasetvanê Mûşî, Metîn Demîr ku karê kirrîn û firotina kasetên dengbêjê Kurd dike, heta niha kasetên dengêj Şakiro, Reso (Resûl), Huseyno (Huseyin Biter), Zahiro, Sidiko (Haci Sido) û Sebriyê Kor tomar kirine. Ev 42 sal in ku kasetên dengbêjan tomar dike û belav dike. Demîr li Mûşê di dikana xwe ya 10 metrekare de studyo ava kir û kasetan tomar dike û belav dike. Demîr, sala 1975’an cîhaza tomarkirinê ji bajarê Qamişlo yê bin xetê kirrî û piştre dest bi tomarkirina kasêtan kir. Demir, li ser dengbêjî, hunerê Kurd û zextên li ser ziman û hunerê Kurd axivî. Demîr, diyar kir ku di serdemekê de kaset dixistin bin axê û vedişartin û ji ber ku wî kasetên Kurdî firotine, ew hatiye girtin. Demîr, anî ziman ku zexta salên 80’yî li ser Kurdan dest pê kirî, heta salên 90’î jî dewam kir û got, “Ji darbeya 12’ê Îlona 1980’yî heta niha li ser huner û zimanê Kurdî zext û qedexe hene. “ 

 

Destpêk bi kasêtên dengbêjiyê

Demîr, destnîşan kir ku birayê wî Mustafa Demir  li Amedê sala 1974’an studyoya kasetan a bi navê Dosido vekiribû û bi pêşniyaza birayê xwe çû li Mûşê Studyoya Kasetan vekir û got, “Min sala 1975’an li Mûşê dikana kasetan vekir. Ewil min kasetên dengbêjan ji piyaseyê kom kirin. Min kasetên dengbêj Reso, Huseyno û wekî din difirotin. Piştre xelkê ji me kasetên Mem û Zîn, Derwêşê Evdî û yên dîrokê dibêjin, xwestin. Yê ewil kasetên dengbêjên Kurdistanê berhev kirin û firotin ez bûm. Piştre ez çûm, min ji Qamişlo cîhaza tomarê kirrî û li mala xwe studyoya kasetan ava kir.” 

Demîr, anî ziman ku ji aboriyê zêdetir ji bo çanda dengbêjiyê zindî bike, têkoşîneke mezin kir û wiha axivî: “Ev kar ji bo min bû wekî evînekê. Heger ku ne wekî evînê bûya piştî ez hatim girtin, min dê dest jê berdaya. Lê min dest jê berneda. Ev evîna min û lêgerîna min a stranan niha jî berdewam dike. Dema ez stranekê qeyd dikim û li cîhanê belav dikim min kêfxweş dike.” 

 

Yekemîn kaset a degbêj Zahiro bû

Demîr, destnîşan kir ku şevekê dengbêj Zahiro bû mêvanê wî û yekem car ji dengê wî kaset tomar kir û wiha lê zêde kir: “Rojekê Zahiro bû mêvanê min. Min wê şevê ji dengê wî 2 kaset tomar kirin. Berhemên Şêx Seîd, Xalit Begê Cibrî û Ferzende Begê strî. Ev kaseta min a yekem bû ku min tomar kir. Min sala 1977’an kaseta Zahiro û sala 78’an jî kaseta Huseyno tomar kir. Zahiro, li ser şerê Kibrisê û evînê stran digotin. Lê min ji wî stranên qehremanan xwestin. Min xwest berhemên Şêx Seîd, Xalit Begê Cibrî û Ferzende Beg bistrê. Ez bi kaseta yekem pirr bextewar u kêfxweş bûm. Piştî min kaset çap kir û dîsa Zahiro hat û li kasetê guhdarî kir, ji keyf û hestiyariyê giriya. 


 

Piştre min kasetên dengbêj Evdalê Zeynê, Şeroyê Biro, Îboyê Kor û gelek dengbêjên din berhevkirin tomar kirin û firotin. Niha li cem min 400 kaset hene. Jê 200 kaset min tomar kirin. 200 kesetên din jî min ji derve kom kirin û zêde kirin. 

Ji bo ez kasetan berhev bikim, ez diçûm cem axa û began. Ji ber ku li cem wan berhemên tomarkirî hebûn. Min kaset ji cem wan berhev dikirin û zêde dikirin. Sala 1982’yan min mekîneyeke wênegir kirrî. Min wênegir, lênûsk û pênûsa xwe girt û ez çûm herêma Qereyazî, Kop, Melezgîrt, Panos û Erdîşê. Min hem dengê dengbêjan tomar kir û hem jî diçûm, min wêneyên dengbêjan digirtin û serpêhatiya wan dinivîsand. Min wekî rojnamevanekî kar dikir. “ 

 

Dengbêjî azadî ye, qêrîn e…

Demîr, anî ziman ku gelê Kurd berê zêdetir li gund û çolteran dijiya û zêdetir karê sewalkarî û cotkariyê dikir û got, “Gelekan li zozan, çiya û deştê dengbêjî dikir. Berê zêdetir dengbêjî hebû. Lê niha li 3 têlan dixin û stranan dibêjin. Dengbêjiya berê û stranbêjiya niha ya bi lêdana 3 têlan nabe yek. Dengbêjî azadî ye. Serbestî ye. Qerîn û hawar e. Berê dengbêjan nêzî hezar stranî digot. Lê niha kes naxwaze fêr bibe. 

 

Li bajaran dengbêjî bûye mîna fantaziyekê

Demîr, dengbêjiya li bajaran jî rexne kir û destnîşan kir ku dengbêjî li bajaran êdî bûye wekî fanteziyekê û ji armanc û ruhê xwe dûr ketiye. Demîr da zanîn ku dengbêjî azadî ye û qerîna li çiya û zozanan e, û wiha pê de çû: “Heger dengbêjên berê hebûna, wan ê li ser şerê niha gelek stran gotibana. Yên niha ne dengbêj in. Yên niha stranbêj in. Tenê stranên heyî distrên. Dengbêj hem ava dikin û hem distrên. Mînak Apê Reso bi xwe nêzî 200 stranî nivîsandine û bi xwe gotine. Şakiro dîsa nêzî 50 stran çêkirine û bi xwe ew gotine. Niha bi sedan stran bi Kurdî ne, lê wergerandine Tirkî. Wekî Îbrahim Tatlises, Îzzet Altinmeşe  bi dehan stranên Kurdî wergerandine Tirkî û bûne stranbêj. Dîsa Burhan Çaçan strana Lê Dotmam wergerand Tirkî. Îzzet Altınmeşe strana Lê Xanim wergerand Tirkî. Wekî wan bi sedan stran kirin Tirkî. 

 

100 kasêt hatin şewitandin

Di serdema 12’ê Îlonê de 50 kasetên ku min ji dengêjan tomar kiribûn û 50 kasetên ku min ji gundan kom kiribûn bi giştî 100 kasetên min hatin şewitandin. Ez 6 mehan li Girtîgeha Xarpêtê mam. Dema ez hatim girtin, ez dam TRTê. Wê demê tenê TRT hebû. Wekî ku ez kesekî pirr navdar bim, destê min kelepçe kirin û çavê min girtin. Piştî 6 mehan, ez hatim berdan ji min re gotin çavên te girê dabûn û tu bin çav kirin. 150 kasetên min birin. Ez 40 rojan li girtîgehê rastî êşkenceyê hatim. 

Me wê deme me kaset bi dizî tomar dikirin. Hin rojan me nêzî 200 kasetî zêde dikirin. Piştre me vedişartin. Dema me qeydek ji dengbêjekî digirt, me zêde dikir. Min ji bo zimanê Kurdî gelek êş kişand. Dewletê her dem bi ser me de digirt. Di salên 90’î de zext gelek zêde bûn. Wê demê kasetên Firat Başkale, Şehrîbana Kurdî û Kazo derketibûn. Dewletê bandrol li wan xistibû. Me li gorî zagonan difirot. Lê 3 rojan bi şûn ve kaset dihatin qedexekirin.