Dîdeban
Tomas yek ji 12 e Hewariyên Îsa Mesîh e. Di serdema ku Îsa xebata cîbîcîkirina ola xwe dikir de yek ji kesên li dora wî jî Tomas bû. Mesîh behsa gelek tiştan dikir, mizgîniya guherînên pir mezin dida lê Tomas dikir nedikir nedikarî jê bawer bike. Bedena wî li balê bû lê hiş û bîra wî li derê din bûn. Gava Mesîh dirêj dirêj behsa mirina xwe ya li ser xaçê û ji nû ve zindîbûna xwe dikir jî Tomas bi dilekî tijî guman ve lê temaşe dikir. Digot; çawa? Ma mirov bimire carekî din zindî dibe? Her wisa ew dem tê Mesîh di encama êşkenceyên pir dijwar de li ser xaçê dimire. Kurmên gumanberiyê yên di dilê Tomas de li hev diqilqilin, mêjiyê wî dikurisînin. Tomas nema îdare dike û diçe şikefta ku bedena Mesîh ya bêcan lê ye. Hey wax! Çi bibîne? Mesîh zindî ye, radibe. Destê xwe dihejîne û bang dikê: Were Tomas, were! Ez im. Ez Îsa me! Tomas lal bûye, ziman di dev de nalive û bi kotekî dibêje: Na! Ev ne mûmkin e. Min tu li ser xaçê mirî dîtî. Îsa dîsa bang dikê: Were Tomas, were. Binêr ez im. û beriya xwe vedike, birîna di singa xwe de nîşan dide û dibêjê: Were destê xwe bixe nêv birîna min. Tomas destê xwe dixe birîna wî û li birîna ku hîn jî xwîn jê tê dinêre. Serpêhatiya piştî vê ya Îsa Mesîh tê zanîn. Lê Tomas li wir îman pê tîne. Dibe yek ji hewariyên herî zîrek, kedkar û çalak. Tevahiya jiyana xwe di riya bawerî û têkoşîna Mesîh de derbas dike. Di encama jiyaneke tije dijwarî û êş de li Hindistanê di dema belavkirina ola Mesîhî de tê kuştin. Yek ji kesayetiyên pîroz yên ola xirîstyaniyê ye.
Di serdema me de û nemaze li Kurdistanê jî heman dîmen li dar in. Ji xwe ev xak ji Celîleyê heta Nînovayê cih û warê mesîh, rizgarker û feylesofan e. Li aliyê din jî Tomasên gumanber li ser karê xwe ne. Ew jî li gel tevahiya mûcîze û şoreşên li pêş çavan ji ya xwe nayên xwarê. Destê xwe şil û ziwa nakin, lê gava fersenda axaftinê dîtin rawestan çi ye nizanin. Hatina rêxistina terorê ya olperest daneyeke berbiçav û sawdar bû ji bo kesên gumanber û bêbawerî. Li aliyê din şoreşa Rojava heta ber perê dinê bandoreke kûr li mirovahiyê kir lê mixabin ev kesayetên ku çavên wan yên dilî kor bûne, nema li xwe werqilîn. Hîna jî dibêjin, ew ne ew e…Li wir şoreş nîne. Heta duh li pêş cendirmeyekî dijmin heta erdî xwar dibûn lê dema generalekî şoreşê dibînin, dibêjin: Na, ev ne mûmkin e! Çawa çêdibe?
Em çi bêjin, hêvîdar in ev cure mirov jî bê ku zêde bi derengî be, vegerine ser rêça Tomasî û li gelê xwe vegerin. Nexwe wê li dû xwe tiştek birûmet û serbilindiyê nehêlin.